Li Xoyê dayikek û zarokê wê bi jehra sobê jiyana xwe ji dest dan

Piştî erdheja meha Çileyê li bajarê Xoyê ku hikûmeta Îranê tu alîkarî nedayê û rê li ber alîkariya welatiyan girt dayikek û zaroka xwe di konê de ji ber gazê bi jehrê ketin û jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Xoyê ku girêdayî Îranê di 28’ê Çileyê de erdhejek 5.9 pêk hatibû. Piştî erdehejê heya niha li heremê xebatên alîkariyê nehatine destpêkirin. Di erdheja ku 7 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û nêzî 800 kes jî birîndar bibûn de bi hezaran malbat bêcih man. Xelkê heremê ji ber hawaya sar zehmetiyên dijwar jiyan dikin. Hat ragihandin ku dayikek û zarokê wê ji ber jehra komirê jiyana xwe ji dest dane

Li gorî agahiya Rêveberiya Lezgîn a Urmiyeyê, 100 welatiyên ku piştî erdheja vê hefteyê di konan de mane û jehrî bûne, serî li saziyên tenduristiyê dane.