Li Xezayê qeyrana mirovî kûrtir dibe

UNRWA’yê, ragihand ku li Xezayê di nava zarokan de 508 bûyerên kêmbûna xurekê ya giran hatiye tespît kirin û diyar kir rûxmê agirbestê jî, hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin zêde dibe.

Navenda Nûçeyan – Li Zîvala Xezayê, piştî şerê Cotmeha 2023’an û vir ve qeyrana mirovî kûrtir dibe, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bi awayekî cidî zêde bû û testên tibî eşkere kirin ku di nava zarokan de kêmbûna xurekê zêde dibe.

Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Penaberan a Filistînê (UNRWA), di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand ku li Xezayê nêzî 7 hezar zarok ji ber kêmbûna xurekê hatine muayenekirin û 508 zarok kêmbûna xurekê ya giran dijîn.

Ev xebat, mîna parçeyekî ya kampanyaya yekem a aşiyê ya telafîkirinê ya di navbera 9 û 20’ê Mijdarê de bi hevkariya UNICEF, UNRWA, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û hevkarên din ve hat meşandin, pêkhat.

Hejmara miriyan zêde dibe

Di heman demê de çavkaniyên tibî, ragihandin ku li Xezayê piraniya wan jin û zarok hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 70 hezar û 360. Ji destpêka şerê 7’ê Cotmeha 2023’an û vir ve bi tevahî 171 hezar û 47 kes birîndar bûn û tîmên rizgarkirinê nikarin xwe bigihîjin hin kesên di bin kavilan de asê mane.

Hate ragihandin ku di 24 seatên dawî de ji Nexweşxaneyên Xezayê re 6 mirî û 17 birîndar hatiye gihandin û ji dema agirbesta di 11’ê Cotmehê de hatiye ragihandin û vir ve hejmara miriyan gihişt 373, hejmara birîndaran gihiştiye 970 kesan û 624 cenaze ji bin kavilan hatiye derxistin.