‘Li Xezayê kêmasiya xurekê bandorek 'wêranker' li ser pitikan dike’
UNICEF'ê ragihand ku li Xezayê, kêmasiya giran a xurekê di nav jinên ducanî û yên şîr didin de, li ser zarokên nûbûyî 'bandorên wêranker' çêdike.
Navenda Nûçeyan – Berdevka UNICEF'ê Tess Ingram, di daxuyaniyekê de got: "Rastiya li Xezayê pir zelal e: Dayikên ku kêmasiya xurekê dijîn, pitikên prematûre (zûbûyî) an jî bi kîloyeke kêm tînin cîhanê. Ev pitik yan li beşa lênêrîna awarte dimirin, yan jî heke sax bimînin, bi pirsgirêkên giran ên xurekê û tevliheviyên tibî re têkoşînê dikin."
Li gorî daneyên UNICEF'ê:
Di sala 2022'an de, rêjeya pitikên bi giraniya kêm (bin 2,5 kg) ji sedî 5 bû (mehê 250 pitik). Di nîvê yekem ê 2025'an de, her çend zayîn kêm bûne jî, ev rêje derketiye ji sedî 10 (mehê 300 pitik). Di navbera Tîrmeh-Îlona 2025’an de, ji sedî 38’ê jinên ducanî yên hatine lêkolînkirin, wekî kêmasiya xurekê ya zêde hatine teşxîskirin.
Di meha Cotmehê de, UNICEF û hevkarên wê, ji 8.300 jinên ducanî û şîrdanê re tedawiya kêmasiya xwarinê ya zêde pêk anîn; ev tê wateya mehê 270 jin. Beriya Cotmeha 2023’an, kêmasiya xurekê di vê komê de hema hema nehatiye dîtin.
Tess Ingram, destnîşan kir ku wê li nexweşxaneyan gelek pitikên ji kîloyekê kêmtir jidayikbûyî dîtine û got ku rîska mirinê ya pitikên kêmkîlo, li gorî yên din 20 qat zêdetir e.
Li gorî UNICEF'ê, hejmara pitikên ku li Xezayê di roja jidayikbûna xwe de dimirin jî ji sedî 75 zêde bûye:
Di sala 2022an de, mehê 27 pitik dimirin. Di serdema Tîrmeh-Îlona 2025’an de, ev hejmar derketiye 47an.
UNICEF'ê diyar kir ku astengkirina hinek kelûmelên bijîşkî ji aliyê rayedarên Îsraîlê ve, rewşê xirabtir dike û bi taybetî bang kir ku deriyê sînor ê Refahê ji bo qamyonên alîkariyên mirovî were vekirin.