Li Xezayê di encama şer de zarokek keç jiyana xwe ji dest da
Rêvebera Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya UNICEF’ê Edîl Xidir piştrast kir ku di encama aloziya li Xezayê de, keça 5 salî Ala Abdullah Qedûm hat qetilkirin û zarokên din jî birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan - Li gorî daneyên Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ji destpêka sala 2022’an û vir ve herî kêm 13 zarokên Filistînî li Şerîeya Rojava hatine kuştin ku ev hejmar li gorî sala borî du qat zêdetir e.
Rêvebera Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya UNICEF’ê Edîl Xidir di daxuyaniyekê de piştrast kir ku di encama aloziya li Xezayê de, keça 5 salî Ala Abdullah Qedûm hat qetilkirin û zarokên din jî birîndar bûn û wiha got: "Li Xezayê di pêla tundiyê ya 11 rojan de 67 zarok, li Îsraîlê jî 2 zarok hatin kuştin. Gelek zarokan ji şer, pevçûn û tundiyê pê ve tiştek nizane. Divê hemî alî her tiştî bikin da ku pêşî li tundiyê bê girtin.”