Li welatên Ereban hevberdan her diçe zêde dibe
Bi raporeke nû, zêdebûna dozên hevberdanê li welatên Ereb ku li gorî welatên rojavayî hîn zêdetir bûne, aşkera bû.
Navenda Nûçeyan- Kovareke İnglîz, raxist ber çavan ku di dozên hevberdanê ku di her saetê de digihîjin 7 dozan zêdebûneke zêde heye.
Rapora kovara Ekonomist a Îngilîz ku 16`ê Îlonê roja Înê hat weşandin, destnîşan kir ku li gelek welatên Ereb dozên hevberdanê zêde bûne û destnîşan kir ku li wan welatan rêjeya jinên ku dozên hevberdanê vedikin li gorî salên berê zêde bûye.
Di raporê de wiha hat gotin: "Di pêvajoyek ku welatên Rojavayî di nava ketinê de ne, li welatên Ereb hevberdan zêdetir belav bûye. Mînak li Misirê, ji sala 2000'an û vir ve di encama guhertinên qanûnî yên dijberî jinane de, dozên hevberdanê du qat zêde bûn. Li Urdun, Lubnan, Qeter û Mîrektiyên Erebî yên Yekbûyî zêdetirî sêyeka zewacan bi hevberdanê encam dibe û Kuweyt jî ev yek derbas dibe û dozên hevberdanê digihîje nîvê.”
Li Misir Cezayîr û Mexribê ji ber hêsankirina serlêdana ji bo hevberdanê rêje zêdetir dibe
Kovar di raporê de diyar kir ku yek ji sedemên zêdebûna van hejmaran, li gelek welatên Ereb ên wek Misir, Cezayîr, Urdun û Mexribê hêsankirina kiryarên serlêdana hevberdanê ye.
Civaknas Somaya Jasous diyar kir ku li welatên Ereb zewac ji biryareke kolektîf veguheriye bijarteyeke takekesî û da zanîn ku beşdariya jinan di hêza kar de serxwebûna aborî daye bi milyonan jinan.
Gelek lêkolînên ku li Rojhilata Navîn hatine kirin, li 22 welatên Ereb ku zêdetir ji 400 milyon kes tê de dijîn belavbûna dozên telaqê nîşan didin, hevberdan ji aliyê dezgehên fermî yên hikûmetê ve bûye diyardeyek ku her deqeyê tê şopandin. Di lêkolînan de hat diyarkirin ku li Erebistana Siûdî her seatek 7 haletên hevberdanê çêdibin û rojane 162 haletên hevberdanê çêdibin. Li Tûnisê di mehê de 940 haletên hevberdanê çêdibin, her sê seatan 4 haletên hevberdanê çêdibin. Li Cezayîrê di salê de 64 hezar haletên hevberdanê çêdibin, her 12 deqeyan haletek hevberdanê çêdibe. Li Urdunê di salê de 14 hezar haletên hevberdanê çêdibin.