Li Tûnisê di jiyana kar de tundiya aborî zêdetir bû
Li Tûnisê di jiyana kar de cûdakarî her ku diçe zêde dibe. Jinên ku diyarkirin di jiyana kar de bi tundiyê re rû bi rû tên, gotin ku binpêkirin bi awayek vekîrî tê kirin.
ÎXLAS HEMRONÎ
Tûnis – Ruxmê ku Tûnis di warê mafên jinan de weke welatekî pêşketî di nav welatên Erebî de tê naskirin, lê tevî gelek peyman û zagonên navnetewî jî newekhevî her ku diçe zêde dibe. Jin di jiyana kar de bi cihêkariya mûçe û newekheviya zayendî re rûbirû tên. Jinan cudakariya dijîn ji ajansa me re avixîn.
Karker Asmahan Ben Elî got ku jin di şer û mercên giran de di karên ku gef li jiyana wan dike de dixebitin û got: “Di kar de wekî ku nêzî mêr dibin wisa nêzî jinan nabin. Şansê mêran hertim ji ya me zêdetir e.” Asmahan Ben Elî diyar kir ku ew di karên rojane û febrîqeya dirûtinê de dixebite û tiştê ku dijî wiha anî ser ziman: “Min dît ku dijî jinên kar dikin gelek binpêkirin tê kirin. Di navbera jin û mêr de gelek cûdahî tê jiyîn. Kêsên kar didin rê li ber van tiştan vedikin. Jin bi seatên dirêj, yan li ser lingan yan jî rûnîştî, li ser makîneyên wekî makîneyên dirûtinê, rojane ji 8 heta 10 saetan dixebitin. Lê li gor kar mûçeya wekhev nagrin. Zagonên li Tûnisê jinan naparêzin.”
‘Newekheviya mûçeyê tundiya aborî ye’
Karker Hadhamî Mathloutî îfade kir ku ji ber li welat zagonên ku mafê jinan biparêzin û ne wekheviya zayendî di jiyana kar de derbas bikin lewaz e, mûçeyên ku tên dayîn der mirovî ne û wiha got: “Ez di wê baweriyê de me yên ku tundiya aborî li dijî jinan pêk tînin werin darizandin. Ji ber bi awayek zagonî, ger ê ku kar dide, heman mûçe nede jina ku bi mêr re heman karî dide meşandin. Ev e sûce û tundiya aborî ye.”
‘Li welat tundiya aborî tê jiyîn’
Seroka Komeleya Tûnisê ya ku di vî warî de dixebite Zahra Ben Nasr diyar kir ku hebûna jinan di jiyana kar de xurt e û diyar kir ku ji sedî 60’ê hêza kar di beşên perwerde û tenduristiyê de, ji sedî 30 di warê teknîkî û endezyarî de jin in. Zahra Ben Nasr anî ziman ku tevî van rêjeyan jî tevlîbûna jinan a di nava kar de kêm e û got ku newekheviya mûçeyan di asta herî jor de ye.
Zahra Ben Nasr, diyar kir ku zextên civakî rê li ber pêşketina jinan digire û destnîşan kir ku ne mimkûn e ku jin di pozîsyona postên bilind de pêş bikevin û wiha pê de çû: “Hemû hejmar nîşan didin ku li Tûnisê, tevî asta perwerdehiyê ya baş, cihêkariya aborî yan jî bi navê tundiya aborî ya li dijî jinan heye. Ev rewş newekheviya zayendî ya di bazara kar de jî xurt dike û dibe sedema berdewamiya newekheviya zayendî ya di qada aborî de.”
Zahra Ben Nasr da xuyakirin ku her çend zagonên Tûnisê li herêma Ereban bi pêş ketine jî, ji bo wekheviya zayendî pêk were tu gav nehatine avêtin. Zahra Ben Nasr, destnîşan kir ku tê xwestin jiyana jinan bê kontrolkirin û diyar kir ku şert û merc li ser jinan tên ferzkirin.
‘Cûdabûna mûçeyan di lehê mêr de pêşdikeve’
Zahra Ben Nasr anî ziman ku di rewşn nexweşî û dû caniye de ewil jin ji kar tên avêtin, li her qadê neheqî tê jiyîn û got: “Li gor statistikên dawî yên Enstitûya Navnetewî ya Statistikan, di gelek sektoran de cûdahiya mûçe di lehê mêr de pêşdikeve. Pêkneanîna zagonan dibe sedemê zêdebûna binpêkirinan. Jin nikarin xwe bigihinin pozosyona rêveberiyê. Ev rewş ne tenê li Tûnisê pirsgirêk e. Bi giştî li her derê jin rûbirûyê zehmetiyên mezin ên aborî tên. Li welatên wek Misir, Lubnan û Erebistana Suudî tevî hinek pêşketinan binpêkirin hene.”
‘Pêşniyarên ji bo jinan’
Zehra Ben Nasr xwest ku ji bo pêkanîna wekheviya tam a jinan û mafên jinan bikeve ewlehiyê xebatek berfireh were meşandin û got: “Di destpêkê de divê mevzûatên qanûnî yên li ser wekheviya zayendî bên xurtkirin. Em dixwazin di mûçe û terfiyan de qedexekirina cûdakariyê, mekanîzmayên kontrolê û hesabdayînê bi hêz bikin. Di qada xebatê de divê saziyên ku parastina mafê jinan were pêkanîn, zagonên hişk û bi awayek bandor were pêkanîn werin ava kirin. Divê kampanyayên hişyariyên ku balê dikşînin ser wekheviya aborî û anîna jinan ya pozîsyonên asta jor de werin organîze kirin. “