"Li Tirkiye û Îranê gelek penaberên Afgan bi awayekî keyfî tên girtin"
Di rapora xwe ya nû de, Rêxistina Efûyê ya Navdewletî diyar kir ku gelek Afganên penaber yên ku karîbûn derbasî Îran û Tirkiyê bibin, berî ku bi darê zorê bên vegerandin, rastî binçavkirin, îşkencekirin û muameleya xerab hatin.
Navenda Nûçeyan - Rêxistina Efûyê ya Navdewletî di rapora xwe ya nû de belge kir ku gelek Afganên penaber yên ku karîbûn derbasî Îran û Tirkiyê bibin, berî ku bi darê zorê bên vegerandin, rastî binçavkirin, îşkencekirin û muameleya xerab hatin.
Adara borî li Afganîstanê, Rêxistina Efûyê ya Navdewletî bi 74 jin û mêrên Afganî yên ku bi zorê ji Îran û Tirkiyê hatin vegerandin re hevpeyvînek kir û 48 kesan ji wan eşkere kirin ku dema ku wan hewl dida sînor derbas bikin hatin gulebarankirin.
Li gorî rêxistina mafên mirovan, gelek jin û mêrên Afganî ji bo demekê li Tirkiye û Îranê bi awayekî keyfî hatine binçavkirin û di wê demê de rastî îşkence û muameleya xerab hatine û piştre bi awayekî neqanûnî bo welatên xwe hatine vegerandin.
Rêxistinê di raporta xwe de daxwaz ji desthilatên Îranî û Tirkiyê kir ku bilez dawî li hemû vegerandin û derbiderkirina Afganiyan bînin, êşkence û muameleya xirab rawestînin û derbasbûna bi ewle û gihîştina rêkarên penaberiyê ji bo hemû Afganiyên ku daxwaza parastinê dikin misoger bikin û wiha got: "Divê hêzên ewlekariyê demildest dawî li bikaranîna neyasayî ya çekan li dijî kesên ku digihêjin sînor, bînin. Kesên ku binpêkirina mafên mirovan ên wekî kuştina neqanûnî an îşkencekirin pêk tînin, divê bên cezakirin."