"Li şûna ku Talîban li dijî birçîbûnê şer bike eleqedar e ku qedexeyan li ser jinan ferz bike"

Human Rights Watch nîgeraniya xwe der barê zêdebûna krîza birçîbûn û xirabûna şert û mercên tenduristiyê li Afganistanê nîşan da û diyar kir ku li şûna ku Talîban li dijî birçîbûnê şer bike, eleqedar e ku qedexeyan li ser jin û keçan ferz bike.

Navenda Nûçeyan - Human Rights Watch raporek nû belav kir û tê de nîgeraniya xwe der barê zêdebûna birçîbûn û qeyrana tenduristiyê li Afganistanê nîşan da û got ku Talîban li şûna ku li dijî birçîbûnê şer bike, eleqedar e ku sînoran li ser jin û keçan ferz bike.

Human Rights Watch di rapora xwe de diyar kir ku pêdivî heye ku krîza birçîbûnê, krîza tenduristiyê û krîza bankingê li Afganistanê werin çareserkirin û wiha got: "Krîza mirovî ya li Afganistanê çareser nabe, heya ku sînordarkirinên li ser sektora bankingê ya welat neyên rakirin da ku bingehek rewa ji bo aborî, çalakiyên aborî û alîkariyên mirovî peyda bike. Divê Talîban îtîraf bike ku qeyda wê ya nebaş a di warê mafên mirovan hêviyên her peymanan ji bo çareserkirina qeyrana bankayê tehdîd dike. Ji meha Tebaxa borî ve, Talîban li ser jin û keçên qedexeyên giran danîne û wan ji mafên wan ên perwerdehiyê, kar, lênihêrîna tenduristî, azadiya tevger û derbirînê bêpar dihêle."

Rapora Ofîsa Neteweyên Yekbûyî li Afganistanê ku di meha Tîrmehê de hat weşandin bal kişand ser wê yekê ku binpêkirina mafên jinan yek ji diyardeyên herî berçav ên tevgera Talîban e û da zanîn ku xwendina jin û keçan û beşdariya wan di jiyana giştî de ji bo her civakeke nûjen tiştekî bingehîn e û ne tenê mafekî bingehîn ê mirovî ye, kilîta pêşketin û geşepêdana neteweyî ye.