Li Sûdanê bedena jinan weke amûra şer tê bikaranîn

Jinên Sûdanî diyar kirin ku şerê di navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de li ser bedena jinê tê meşandin û bal kişandin ser zêdebûna bûyerên destavêtin, tacîz û revandinê.

MEYSAA EL QADÎ

Sûdan – Li gorî desteya Neteweyên Yekbûyî ya jinan, jin û zarokên keç li Sûdanê li hember birçîbûn, koçberî û kêmbûna xizmetên rû bi rû ne. Her wiha tundiya civakî zêde bûye. Desteyê got ku ji dema nakokî destpê kirine û heta niha hejmara kesên pêwîstiya wan bi xizmetên li dijî tundiyê hene sedî sedî bilind bûye. Her wiha li welat de 7 milyon jin û zarokên keç li hember xeteriya tundiya civakî ne.

Li gorî serjimariyên Yekîneya Têkoşîna Tundiya li dijî jinan ku bi xwe saziyeke hikûmetê ye ragihandiye, zêdetirî 300 rewşên tecawizê heta niha hatine tomarkirin lê belê rêveberiya yekîneyê Dr. Selîma Ishaq diyar kir ku ev hejmar tenê 2 ji sedî ji hejmara rastîn e û zehmet e mirov bighêje hejmara rastîn ji ber nakokî dewam dikin û agahî nayên girtin. Jin jî nikarin xwe bighînin xizmetên navendên ku alîkariyê  pêşkêş dike.

Gelek jin û parêzvanên mafan van binpêkirinan belge dikin û li hember wê têkoşîn didin meşandin her wiha gelek rêxistinên jinan dest bi gelek insiyatîfan dikin ji bo van kiryaran derxînin holê. Li gorî pêngava 'Bi hev re li dijî tecawiz û tundiya zayendî' ya komek ji femînîst û çalakvanên hiqûqî ji bo têkoşîna li hember van binpêkirinan dane destpêkirin 423 rewşên tecawizê hatine belgekirin di nav de 159 zarok in.

Êrîşa zayendî di asta metirsiyar de ye

Rojnamevan Ewatif Ishaq tekîldarê mijarê de ji ajansa me re axivî û got: "Piştî nakokiyan rêjeya tundiyê gelekî bilind bûye. Her wiha cureyên din ên tundiyê derketine. Beriya nakokiyan me tundiya malê tiştekî mezin didît û me hewil dida li hember têbikoşin her wiha tundiya fîzîkî jî wisa bû. Mijarên sinetkirinê ji me re mezintirîn zehmetî dihat. Piştî aloziyan tundiya zayendî yên weke tecawizkirin kolekirina cins. Jin demên dirêj hatin girtin îstismarkirin û tecawizkirin. Her wiha rewşên windakirina bi zorê hene. Jin hene bi zorê hatine veşartin û heta niha cihên wan ne diyar e. Tevî nakokiyên mezin jî ji civakê hinek kes şerm dikin ku bibêjin keça min hatiye revandin û tecawizkirin. Ev ji pirsgirêkên mezin in li hember me derdikevin. Heta kesên gilî dikin dema tê şopandin û belge dibe di nîvê belgekirinê de radiwestin û dibêjin ew naxwazin ev yek were belgekirin."

‘Gelek zarok hene di encama tecawizê de jidayîk bûne’

Ewatif Ishaq di berdewamiya axaftina xwe de behsa  têkoşîna li hember van rewşan kir û wiha domand: “Em bi herdu aliyên şer re diaxifin ku tişta çêdibe şerê li ser bedena jinan e. Ti têkiliya jinan tune ye û divê zagonên xurt û dijwar werin danîn ji bo mafên jinan were parastin bi taybet. Hin jinên hatine xilaskirin dikarîbûn werin dermankirin û hin ji wan jî nikarîbûn. Pirgirêkeke din jî heye jinên di encama tecawizê de ducanî bûne nayên xwestin. Gelek zarok hene di encama tecawizê de jidayîk bûne."

‘Bedana jinê wek amûrek şer tê bikaranîn’

Bijîjk û çalakvana jin Meram Mihemed jî wiha nêeînê xwe anî ser ziman: "Bi nakokiyên li Sûdanê re rêjeya tundiyê zêde bû. Bi taybet tundiya fîzîkî zayendî derûnî û hwd. Binpêkirin li dijî jinan zêde bûn ji ber bedena wan weke rûbera şer tê bikaranîn. Em dibînin tundiya li dijî jinan tundiya zayendî û derûnî ye. Divê em bandorên tundiya li ser kesên xilas bûne sivik bikin. Divê em ji wan re piştgiriya tenduristî derûnî û civakî her wiha piştgiriya madî pêşkêş bikin."