Li Sistan û Belucistanê êrîşî çalakiyên ‘Îna bi xwîn’ hat kirin

Li Sistan û Belucistanê her roja înê çalakî tê lidarxistin, hikumeta Îranê êrîşî van çalakiyan kirin û gelek hemwelatiyan xistin bin çavan de û girtin.

Navenda Nûçeyan- Li Eyaletên Sistan û Belucistanê ya Îranê di 30’ê Îlona 2022’an de ji ber beşdarî serhildanên ku bi qetilkirina Jîna Mehsa Emînî dest pê kirin, hikumeta Îranê êrîşî xwepêşandêran kirin û gelek hemwelatiyan qetil kirin û gelek jî birîndar bûn û wê rojê weke roja ‘Îna bi xwîn’ bi bîr tînin û xelkên wan eyalan li hemberî hemû astengiyan her hefte çalakiya xwe berdewam dikin. Li navenda Eyaletê Zahîdan careke din bû navenda çalakiyên îna bi xwîn. Piştî nimêja Înê li bajar û bajarên din ên eyaletê çalakî hatin lidarxistin. Derdora mizgeftê û ketina kolanên bajar ji aliyê polîsan ve hatin girtin û yên ku beşdarî meşê bûne hatin derbkirin û bi wesayîdên zirxî hatin binçavkirin. Hat zanîn ku li mizgefta Mekeyê jî gelek zarokan xistine wesayîdên zirxî û xistine bin çavan û der barê hejmara girtiyan de tu agahî nehat girtin.

Ji derveyî navenda Sistan û Belucistanê Zahîdan hat zanîn ku Dezap, Rask, Khash jî çalakî li dar xistine, di çalakiyan de hemwelatî li dora dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ li  hev kom bûn û dirûşmên ‘Ji dîktatoriya Hamaney re mirin’, ‘En ne Monarşî, demokrasî û wekheviyê dixwazin’, ‘Li belicustinê gel ne bi tenê ye’, ‘Ji Basic re mirin’ hatin bilindkirin.

Hat zanîn ku li Zahîdanê leşker û polîsên girêdayî hikumeta Îranê gule berdane û gelek welatî birîndar bûne.