Li ser pirtûka lêkolîner Rîm Ferhat a li ser rola têkoşîna jinên Filistînî civîna guftugoyê

Navenda Hewar ya Lêkolînan – Beşa Jinan, ji bo nîqaşkirina pirtûka lêkolîner Rîm Ferhat a li ser rola têkoşîna jinên Filistînê civîneke diyalogê li dar xist.

NAGHAM KARAJEH

Xeza - Navenda Hewar ya Lêkolînan – Beşa Jinan, ji bo nîqaşkirina pirtûka lêkolîner Rîm Ferhat a bi navê "Rola Têkoşîna Jinên Filistînî ya li Xezayê di dema Întîfadaya Duyem (2000-2006) de" civîneke diyalogê li dar xist.

 Dr. Meryem Ebû Deqa got ku dem hatiye ku jina Filistînî tiştên ku sal berê heta îro li ser erdê kiriye binivîsîne û wiha anî ziman: "Yên ku bûyer û têkoşînê diafirînin jin in, ji ber ku ew beşek ji tevgera neteweyî ya Filistînê ye, divê ew tune nebe û rola wê tune be. Di lêkolînên ku li ser jinan tên kirin, divê dîroka têkoşîna wê ya di asta leşkerî, aborî û siyasî de cih bigire û serpêhatiyên wan ên di asta hiqûqî û çandî de bên belgekirin.

Lêkolînên raporên salane yên komaleyên jinên li Xezayê cih digre

Lêkolîner Rîm Ferhar diyar kir ku amadekirina pirtûkê salek dirêj kir û wiha pê de çû: "Pirtûk ji 5 beşan pêk tê. Jinan bi belavkirina hişmendiya çandî û dayîna kurs û atolyeyên perwerdehiyê karîbûn doza Filistînê derxin pêş. Parastina mîrate û nasnameyê ji bo jinan bûye karê sereke. Ez ji hêzên siyasî û Filistînî daxwaz dikim ku pirsgirêkên jinan derbixin pêş, tiştên ku kirine biweşînin. Weşandina pirtûkê piştî xebateke mezin ji lêkolîna raporên salane yên komeleyên jinan ên li Xezayê dixebitin hat."