Li ser navê destpêkê: Nivîsandin – GOTAR
Ger ku wate cihê xwe bibîne ez bawer dikim ku Gurbetellî, Nagihan, Nehar, Cîhan û gelek kes dê wan kulîlkan di porên xwe de hîs bikin. Ji ber ku hemû kulîlk û baxçeyên heqîqetê, herî zêde ya kesên ku ji bo wê baxçeyê canê xwe dane ye.
FERÎDE RAPO
“Nivîsandin, ji mirinê dizîn e.”
Çi gotinek xweş û dide fikirandin e ne wisa?
Gelek bersivên çima em tevlî vê gotinê dibin hene. Lê xala ku em hemû tê de hemfikr in: nivîsandin, ya ku hatiye jiyîn veguhestina wê ya civakê, mirovahiyê û kesayetê ye. Ango tiştê ku di “demê” de tê jiyîn, bê dawî dike.
Gelo dema însanan bi dil û can li ser tabletên kîlê ew nivîs dikolan, armanca wan ev bû? An jî armanc tenê xwesteka hatina kifşkirin û fêmkirin bû? Em nikarin vêya sedîsed bizanin. Lê teqez e ku nivîsandin bîranînê diafirîne.
Di rastiya Kurdan de, nivîsandinê zêdetir kevneşopiya devkî, wek parçeyek ji vê bîrê hebûna xwe didomîne. Peyv bûn şêweyek hunerê; veguherî destan, çîrok, melodiyan û dengbêjan. Bi vî awayî, heta îro berdewam kir û îro jî berdewam dike. Nivîsandin û vegotinê bîranînek afirand. Ew kesên ku lêgerîna wan a ji bo ravekirin û têgihîştinê hebû, berê xwe dan vê bîranînê. Ew li heqiqetê geriyan û bi awayekî tiştê ku dîtin, veguhastin. Heqîqeta ku di hundirê însanekî de ji dayîk bû, bi demê re dibe berhema civakê. Stran, helbest û dengên rastîn û xweşik dibe bêdawî.
Avêtina axê ne pirsgirêk e; ew canê mirov mîna tovekê li erdê dihêle. Carinan ew tov dibe kulîlk, carinan dibe dar an jî kaktus. Ji bo hinekan ew dibe bêhnek xweşik, ji bo hinekan ew bedeneke ku mirov xwe dispêrê, ji bo hinekan ew êş e, lê dîsa jî ew hebûnê ji xwe dide afirandin. Mirov bi demê re ev bipêş xist, vêya him ji başiyê û him jî nebaşiyê re xizmet kir. Ev diyalektîk her di nava hev de bi pêş ket; lê ya ku ruh da dîsa di nava wê tovê de veşartî bû. Ên ku dev ji wê bernedan jî hebûn û ên ku seranserî jiyan kirin jî…
Bi pêşketina teknolojîyê ve dibe ku pêwistî li nivîsê kêmtir bû. Lê ew ebedîbûna bi devkî û nivîskî ya heyî bibiryariyek mezin dixwest, ev jî rastiyeke nayê înkarkirin e.
Mirov bêyî ku ji mijarê qut be bêje; gotin û nivîsandin bi hunerê ve gihîştiye destpêkê. Tiştê ku veneguhere helbestan û di bîrê de nemine dê kêm bimîne. Îro gihîştina zanebûnê her çiqas hêsan be jî divê mirov bizanîbe ku ev ne wek bêhna darê, şopa rondika çavan a li ser û an jî guleke hişkkirî ya di nava rûpelan de ye.
Yên ku gotin nivîsandin û vegotin, gava yekem a hunerê nîşanî me dan. Ji ber wê wek destpêkê min behsa nivîsandinê kir. Ji ber vê min xwest ku ez nirxa vêya car din bibîr bînim. Divê bi taybetî were zanîn ku divê ev heqîqeta bi hêz herî zêde di rojnivîsên hevalên şehîd û rastiya Rêbertî de, ji dîrok û bîranînê wêdetir were hîskirin. Rebertî di hemû jiyana xwe de -bi taybetî jî pêvajoya Îmraliyê de bi nivîsandinê re ji me re felsefeyek, lêgerîn û têşeyeke pêşketinê da qezenckirinê. Nivîsandin veguhurand hêza avakirinê. Bi gotineke din, ne tenê bi hebûn û dîroka têkoşînê, bi nivîsên xwe re jî bêdawiyek afirand; ew nivîs li dinyayê belav bûne. Di sedsalên ku kapîtalîzm ji nû ve bêhn dida de, rehên zanebûnê ji nû ve zindî kir û kesên ku derdên wan ên heqîqetê hene, jiyanî kir. Bi heman awayî rêhevalên şehîd an jî yên ku hîn jî bi feraseta xwe nivîsandinê didomînin, li ser heman rêzan tevgeriyane û rêzên nemir ji me re hîştine.
Êşek e û hê jî dide fikirandin: Çend lênûs hê jî piştî operasyonekî veşartî mane. Çend ji wan şewitîn, winda bûn û di bin berfê de man. Rojekî em gav bi gav çiyayên Kurdistanê bigerin dibe ku em wan biranîn û lênûsan bibînin. Kesên ku heqîqetê dinvîsin, salên xwe ji bo wê di zindanan de derbas dikin û bi canê xwe bedêl didin. Ew jî dîrok in ne wisa? Herî kêm bi qasî ku ew kesên bi kedê ve li ser tabletên kîlê nivîsan dikolin berxwedêr in.
Ji ber vê yekê wek despêk ‘’nivîsandin’’ di her mijara ku were nivîsandin de, armanca lêgerîna bêdawîbunê di xwe de dihewîne. Niha ‘’nivîsandin‘’ bi taybetî li ser di destpêka hunera jinê de jî xwar bûne. Her tîpê kulilk bi kulîlk digrin û porên ku yên ji bo vê bedêl dane ve wek tovên heqîqetê dikin. Ger ku wate cihê xwe bibîne ez bawer dikim ku Gurbetellî, Nagihan, Nehar, Cîhan û gelek kes dê wan kulîlkan di porên xwe de hîs bikin. Ji ber ku hemû kulîlk û baxçeyên heqîqetê, herî zêde ya kesên ku ji bo wê baxçeyê canê xwe dane ye.