Li Afganistanê ji jinan re teknolojî jî qedexe ye!
Bi talîmata ku Talîbanê ji dikandaran re şand, ji jinan re ketina dikanên teknolojiyê hat qedexekirin. Li dijî parêzerên jin jî bi îdiaya "bê fonksiyon in û hiqûqa Îslamê nizanin" hewl didin wan ji vê qadê dur bixin.
Navenda Nûçeyan – Li gorî çavkaniyên Afganistanê, Daîreya Têkiliyên Gel a Kandaharê ketina jin û zarokên keç ya li dikanên teknolojiyê hat qedexekirin. Hate hînbûn ku Talîbanê hişyarî ji dikandarên li Kandaharê şandiiye û ferman daye dikanan da ku jinan negrin dikanan.
Li gorî vê yekê, li Kandaharê ketina jin û zarokên keç ya li dikanên teknolojiyê hat qedexekirin, hat destnîşankirin ku dikandar hatine hişyarkirin ku malzemeyên teknolojîk ên wekî kompîter û telefonên destan nefiroşin jin û zarokên keç û belge, agahî, bernameyan li alavên xwe yên teknolojîk ên heyî bar nekin û nedin servîsa teknîkî.
Hewl didin jinan di qada darazê de jî dûrbixin
Li welatê ku li dijî jinan gelek qedexe hatine anîn, ji aliyê Talîbanê ve hewil tê dayîn darbeyek jî di qada hiqûqê de bê anîn. Serokê Karê Dadgeha Bilind a Talîbanê ev daxuyanî parvekir, “Ji par ve pêwîstî bi xebatên dadwerên jin nîne. Bi hikûmeta berê re dadgerên jin, dozan li gorî qanûn û qanûnan biryarê girê didan. Di derbarê fiqhi û prensîbên îslamî de ne xwedî agahiyên têrker bûn” îdia kir ku pêwîstî bi hebûna parêzerên jin nîne.