Li ser gora jinên bê nasname gul danîn

Bi beşdarbûna jinan û çalakvanan li goristana jinên bê navnîşan gul hatin danîn. Jinan bal kişandin têkoşîna li dijî tundî û qetilkirina jinan.

Silêmanî- Di çarçoveya çalakiyên kampanyaya 16 rojan a pêşîlêgirtina tundîtûjiya li hemberî jinan li Silêmaniyê bi piştgiriya Mektreba Rêxistinên Demokratîk ên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser gorên jinên bê navnîşan merasîmek hat lidarxistin û gulan danîn ser gorên jinên bê nasname.

Peyama Mekteba Rêxistinên Demokratîk ên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji aliyê Firya Abdullah ve hat xwendin û tê de wiha hat gotin: “Weke nerazîbûnek li djiî şîdet û jinên hatin kuştin em ê dengê xwe bigihîjînin hev û hêza xwe bikin yek, xebata li dijî şîdetê bi yekgirtinê dibe. Divê hikûmet û rêxistin ji bo cezakirina kujerên jinan û wan kesên ku şîdetê li hemberî wan dikin, hêza xwe bixin tevgerê. Divê cudahiya zeyandî û pêşîlêgirtina li maf û azadiya jinan were rawestandin û zagona têkoşîna li dijî şîdetê li parlamentoyê were sererastkirin.”

‘Kuştina jinan bûye diyardeyek’

Pispora di warê jenosîdê de û çalakvana jinan Rûşna Cemal der barê merasîmê de ji ajansa me re axivî û wiha got: “Em li cihê xizmên jinên ku hatine kuştin, hatin serdana goristanê. Em xwe weke kesûkarên jinên ku hatine kuştin dibînin. Ev neheqiyeke li hemberî jinan tê kirin û di nava civaka Kurd de bûye diyardeyek. Erkên li ser milên me ew in ku weke jin divê em vê diyardeyê ji holê rabikin. Jin hev fam dikin û hîs dikin, ji bo wê divê hemû alî piştgiriya dozên jinan bikin. Ew gorên li vê derê tenê kesûkarên wan ne amade bûn. Ez di wê hêviyê de me ku kesûkarên wan bi riya qenalên ragihandinê me bibînin û bên serdana me.”

‘Divê hîn zêdetir mêr werin hişyarkirin’

Rûşna Cemal destnîşan kir ku divê mêr hîn zêdetir werin hişyarkirin da ku pêşî lê tundîtûjiyê were girtin û wiha got: “Ji ber li pişt kuştina hemû jinan mêrek heye, hinek caran jî malbat sedem in. Ji ber wê divê civak were hişyarkirin, jin hişyar in ger xeletiyek jî bikin li pişt wê xeletiyê mêr hene.”