Li Rojhilat ji 4 zaroken keç agahî nayê girtin

Li bajarê Dehgolan a Rojhilat aqûbeta 4 zarokên keç nayê zanîn, malbatên wan diiyar dikin ku zatokên wan hatine binçavkirin, lê rejîma Îranê der barê zarokan de agahî nade.

Navenda Nûçeyan - Aqûbeta hejmarek zêde ya ku li bajarên Îran û Rojhilat ji aliyê polîs û leşkerên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin, ne diyar e. Di nava girtin û binçavkirinên ku deh hezaran derbas dike de zarok jî hene.

Di nava agahiyen ku malbat parve dikin de cih digre ku li bajarê Dehgolana Rojhilat aqûbeta 4 zarokên keç nayê zanîn. Malbatên 4 zarokên keç ên ku 2 hefte berê hatibûn binçavkirin, dixwazin der barê zarokên xwe de agahî werbigrin.

Tê diyarkirin ku zarokên keç ên bi navê Kijan Karîmî, Bîta Sadaî, Aida Lotfî û Sheno Ahmediyan ya di bin temena 18 saliyê de hatine girtin, lê ji malbatên wan re ji aliyê rejîma Îranê ve agahî nayê dayîn.