Li Raperîn der barê 25’ê Mijdar de semînerek hat dayîn

Li herêma Raperînê der barê 25’ê Mijdarê de semînerek bi navê “Li dijî dagirkerî û xiyanetê Jin Jiyan Azadî” hat dayîn û di semînerê de behsa sedemên li pişt tundîtûjiya li hemberî jinan hat kirin.

DÎVAN SÎHAD

Raperîn- Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundîtûjiya li hemberî jinan Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistanê RJAK semînerek bi navê “Li dijî dagirkerî û xiyanetê Jin Jiyan Azadî” ji bo jinan li Ranyaya girdayî Raperînê da.

‘Jin pêşengiiya şoreşê dikin’

Samîner ji aliyê mamoste û çalakvan Şadî Semed ve hat dayîn û behsa tundîtûjî û sedemên wê kir wiha got: “Semîner der barê tundîtûjiya li hemberî jinan û çareseriyan bû. Komek jin bi kêfxweşî li vê derê amade bûn, bi hêviya ku ev yek bi xwe re çareseriyan ava bike. Di her civaka ku tê de tundîtûjî hebe ew civak di aliyê civakî, siyasî û çandê de bi pêş ve naçe. Tundîtûjî ji beriya sedsalan ve heye lê belê jinên Kurd gelek jîr bûn û pêşengî ji şoreşê re kirin. Niha bi heman awayî em dibînin jin pêşengiya şoreşê dikin û cîhan bi jinên Kurd gelek kêfxweş e.”

Hana Şeyda ya ku beşdarî semînerê bû wiha got: “Ez fêr bûm ku bê jinan jiyan nabe, em dikarin bibêjin Jin Jiyan Azadî tê wê wateyê ku ger jin û jiyan nebe azadî jî nabe. Li vê derê behsa hêza jinan hat kirin, em dibînin ew gerîlayên li serê çiyayan, çawa dikarin parêzvaniya xwe bikin, ji ber ku dikarin bi perwerdekirinê pêşî li tundîtûjiyê bigrin, em jî bi heman awayî dikarin di nava civakê de vê yekê pêk bînin.”