Li Qamişloyê ji bo zarokên astengdar şahî hat lidarxistin

Bi bonaya Roja Cîhanî ya Kesên Astengdar, Rêxistina Nûdem a Zarokên Astengdar bi dirûşma “Zarokên me enerjî ne, ne asteng in” li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo zarokên astengdar şahiyek li dar xist.

Qamişlo – Saziya Nûdem sala 2021'ê ji bo na perwerdekirin û parastina mafên zarokên astengdar xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin sîwana Desteya Karûbarê Civakî de xwe bi rêxistin dike. Bi boneya Roja Cîhanî ya Kesên Astengdar û ji bo ku kêfxweşî bikeve dilê zarokan, Rêxistina Nûdem a Zarokên Astengdar bi dirûşma “Zarokên me enerjî ne, ne asteng in” li Stadyuma Qelha ya bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şahiyek li dar xist.

 ‘Êrîşen dewleta Tirk bûn sedema astengbûna gelek zarokan’

Endama Kongra Star a bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hediye Ebdo da zanîn ku ji ber êrîşên dewleta tirk a dagirker gelek zarok ji mafên xwe dûr dijîn her wiha di encama êrîşên wê de gelek zarok astengdar bûne û wiha pê de çû: “Saziya Nûdem saziyek nû ye dixwaze xwe ji hemû aliyan ve bi rexistin bike û bibe bersiv ji bo zarokên astengdar. Kar û xebatên Rêxistina Nûdem girêdayî zarokên astengdar e. Ew du sal in ji bo kêfxweşiya zarokên astengdar şahiyên wiha li dar dixe. Em dixwazin hemû saziyên cîhanê ji bo jiyan û tenduristiya wan alîkarî bidin saziyên me yên cihê astengdaran. Gelek zarok hene ji ber êrîşen dewleta tirk astengdar bûne. Bila cîhan hemû bizane ku gelek kes ji ber êrîşen dewleta tirk a dagirker perçeyên bedena xwe winda kirine. Her kes xwedî berpisyarî ye ji bo van zarokên astengdar.”

‘Ji bo alîkariya kesên astengdar em ê xebatên xwe berfireh bikin’

Der barê vê çalakiyê de, koordînatora saziya Nûdem Nadiye Mehmûd da diyarkirin ku ew wek saziya Nûdem ji bo zarokên astengdar her sal şahiyan li dar dixin, ji bo ku ew zarok xwe tenê nebînin û got: "Em wek saziya Nûdem her sal şahiyan ji bo zarokan li dar dixin. Şahiya me di bin dirûşma “Zarok enerjî ne, ne astengî ne” de tên lidarxistin. Di şahiye me de sînevîzyon, stran û xêzkirina wêneyan heye ku zarok ji bo ji xwe bawer bin. Kar û xebatên me ne tenê li vir bi sînor dimînin, di heman demê de di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de wê bidomin. Em ê ji bo zarokên astendar saziyên navendî ava bikin û ji bo ku em kêfxweşiyê  bikin dilê hemû zarokên astendar de em ê xebatên xwe xurtir bikin.”