Li Qamişlo êrîşên dewleta Tirk hat şermezarkirin

Li bajarê Qamişlo, bi tevlîbûna bi sedan welatiyan êrîşên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate şermezar kirin.

Qamişlo – Dewleta Tirk bê navber êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û di encamê de welatî tên hedefgirtin. Li dijî êrîşan li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên şermezar kirinê tên li darxistin. Îro jî bi pêşengtiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Rêxistina Kongra Star bi dirûşmeya “Ji bo parastina rûmeta xwe, li dijî îxanetê têkoşîn bikin” meşek girseyî hat li dar xistin. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alê Meclîsa Malbatên Şehîdan, Kongra Star û nivîsên mîna “Êdî bese ji kuştina zarokan re”, “Navçeyên me aram in”, “Bimre Erdoganê xwînmij” hat hildan.

Meşa ku ji çerxerêya Şerqî ya bajarê Qamişlo - Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate li dar xistin, li pêşiya çerxerêya Sonî rawestiya. Jinên ku beşdarî meşê bûne nêrînên xwe parve kirin.

“Em ê li ber xwe bidin”

Endama şaredariyê Sîham Ebdullah helwesta xwe wiha parve dike: “Îro em bi vê meşê êrîşên dewleta tirk a dagirker şermezar dikin. Dewleta tirk zarok û jinan qetîl dike. Em dibînin li beramber êrîşên dewleta tirk a dagirker her kes bêdeng e û her kes temaşe dikin. Em dikarin bêjin ku di van demên dawî de dewleta tirk pir dijwar êrîşî herêmên me pêk anî û di encamê de ji 10 zêdetir zarok hatin qetîlkirin. Dewleta tirk her roj êrîşî gelê Rojavayê Kurdistanê dike, êdî em van êrîşan qebûl nakin. Divê dengê cîhanê tevahî li dijî van êrîşan bilind bibe û Kurd li ku derê hebin divê van êrîşan şermezar bikin. Em wek gelê Qamişlo rabûne û divê hemû gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dagirkeriya dewleta tirk rabin ser piyan. Divê ciwanên me li dijî êrîşên dewleta tirk şer bikin û parastina axa xwe bikin. Dijmin dixwaze bajarên me vala bikin, lê em ê li ber xwe bidin.”

“Li dijî êrîşan em ê li ser piyan bin”

Rêveberiya Dibistana a Qanatsiwês ya bajarê Qamişlo Rewşen Silêman helwesta xwe wiha anî ziman: “Em bi vê meşê êrîşên dewleta tirk ên li dijî herêma me şermezar dikin. Dewleta tirk her dem bi balafirên bêçek û topan êrîşî herêmên me dike û gel qetîl dike. Armanca dewleta tirk ew e ku îradeya gel bişkîne û herêmên me bixe bin dagirkeriya xwe. Lê îradeya me xurt e û em her li ser piyan in. Çi pilan û projeyan bike jî bi ser nakeve, ji ber niyeta dewleta tirk xirab e. Herî dawî jî xwendevanan qetîlkir û xwest pergala me ya perwerde armanc bigire. Tu cîhanê de nîne ku dibistan bên armanckirin, lê em dibînin dibistanên me jî tên armanc kirin. Em êrîşên dewleta tirk şermezar dikin û em ê her li dijî êrîşan li ser piyan bin.”