Li Papua Gîneya Nû 670 kes di bin axê de man

Li Papua Gîneya Nû ji ber hezaza çêbû, tê texmînkirin ku 670 kes dibin axê de mane.

Navenda Nûçeyan – Rayedarê koçberiyê yê Neteweyên Yekbûyî (IOM) der barê hezaza li Papua Gîneya Nû çêbû de daxuyanî da. Rayedaran diyar kirin ku tê texmînkirin di karesata 24’ê Gulanê de ji ber şimitîna axê pêk hat de 150 xanî û nêzî 670 kes di binê axê de mane.

Rayedaran diyar kir ku li herêmê xebatên lêgerîn û rizgariyê berdewam dike, tîmên rizgariyê hêviya xwe ji qezazedeyên ku 6-8 metreyan di bin axê de mane qut kirine. Di heman demê de bal kişand ku ji ber xak ‘ne stabîl e’ xebatên rizgariyê ketiye metirsiyê.