Li Mexrîbê zarokên ji perwerdeyê bê par tên hiştin tên zewicandin

Li Mexrîbê faktora newekheviya zayenda cîvakî û xizanbûn, dibe sedem ku zarok werin zewicandin. Zarokên keç ên ji perwerdê bê par dimînin bi her cûre tundiyê re rûbirû tên.

HANAN HARET

Mexrîb – Li Mexrîbê zewaca bi temen biçûk her ku diçe zêde dibe. Li Mexrîba ku rêjeya zewaca bu temen biçûk zêde dibe, zarokên keç ên ketine 16 saliya xwe wek “dereng maye” yan jî “li malê maye” tên binavkirin.

Parêzvanê mafê jin û zarokan sedema zewaca bi temen biçûk bi hinek sedeman girê didin û hinek  ji wan jî newekheviya zayenda civakî, xizanî, newekheviya derfeta perwerdeyê bi nav dikin. Diyar dikin ku bi taybet ev rewş di gundevaran de rê li ber her cûre tundiyê vedike.

Mamosteya felsefeyê û pispora perwerdeyê Fawziya Al-Dokalî got kuli gundevaran de rêjeya zarokên dibistan diterikînin û dev ji perwerdeyê berdidin zêde bûye.

Fawziya Al-Dokalî di berdevamiya axaftina xwe de diyar kir ku bi taybet terikandina zarokên keç bi xwe re gelek xeteriyan tîne û got: “Divê ev pirsgirêk tavîlî bê çareserkirin û di perwerdê de wekhevî bê pêkanîn.”

‘Li gundevaran zarokên keç nikarin xwe bigihînin mafê perwerdeyê’

Fawziya Al-Dokalî destnîşan kir ku li gundevaran zarokên keç nikarin xwe bigihînin mafê perwerdeyê û wiha pê de çû: “Perwerde dîtin dê wan bibe reyek serxwebûne.”

Faktora xizaniyê

Fawziye Al-Dokalî diyar kir ku kêmbûna rêjeya xwendinê bi faktorên çandî, aborî û civakî ve girêdayî ye û wiha got: “Hin malbatên xizan tercîh dikin ku zarokên wan dev ji xwendinê berdin. Piştre ev malbat wan di temenek biçûk de dide zewicandin.” Fawziye Al-Dokalî diyar kir ku zewaca di temenê biçûk de li welat pirsgirêkek cidî dide avakirin û got ku koka vê pirsgirêkê di kevneşopî û çanda ku hîna jî di beşeke mezin a civaka Mexrîê de derbasdar e.

Ji bo tu bibî mirovek bi bandor…

Fawziye Al-Dokalî bal kişand ser girîngiya perwerdehiya zarokên keç keçan û wiha bi dawî kir: “Divê malbat bi girîngiya perwerdehiya zarokên xwe keç zanibin û ji bo pêşerojeke baştir pêşkêşî wan bikin. Ji bo azadî, serxwebûn û îsbatkirina nasnameya xwe, tenê bi perwerde û zanistê dibe ku ew di civakê de bibin kesên çalak."