Li Kobanê ji bo demokrasiyê hevdîtina komînan
Li bajarê Kobanê yê kantona Firatê di bin diruşmeya "Komîn bingeha avakirina civaka demokratîk e" Konferansa komînan hat li darxistin. Hevseroka Meclîsa bajarê Kobanê Narîn Zade got: “Komîn bingeh û tova avakirina civak û pergaleke demokratîk e.”
Kobanê – Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi pergala Rêveberiya Xweser tê meşandin, sîstema komînan bi rengekî aktîv û bingehîn hatiye rûnişikandin.
Ji bo bihêzkirin û çalakirina rola komînan di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, di asta herêmê de konferansên komînan tên li darixstin. Di çarçoveya rêzekonferansên ku di asta hemû kantonan de hatine birêxistinkirin, îroj konferansa komînên bajarê Kobanê yê kantona Firatê hat li darxistin.
Di konferansa ku li hola navenda Çand û Hûnera Baqî hat li darixistin de hevserok û komîteyên 22 komînan, Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, Meclîsa Malbatên Şehîdan û hwd amedebûn.
Konfransê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, pişt re hevseroka Meclîsa Gelan Roşîn Ebd-Elqadir axaftina vekirinê kir ku girîngiya rêxistinkirina komînan bi avakirina civaka demokratîk ve da girêdan. Li aliyekî din û li gor bernameya konferansê hevserokê Encûmenda Cibicîkar Ferhan Hec Îsa rewş û geşedanên siyasî yên herêmê nirxand û pêşê ji aliyê mamoste Ednan Elî ve perspektîfên rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan yên li ser komînan xwend.
Herî dawî jî deriyê nîqaş, nirxandin û pêşniyaran ji bo beşdarvanan hat vekirin ku gelek şîroveyên dewlemend pêşketin.
Hevseroka Meclîsa bajarê Kobanê Narîn Zade li ser konferasên hatine li darxistin û girîngiya wê, nirxandina xwe bi me re parve kir.
‘Ji komînên tendirust ber bi civakeke demokratîk ve’
Narîn Zade di destpêkê de ev agahî parvekirin: “Piştî biryara li darxistina komînên xûrtkirina xebatên komînan derket, weke kantona Firatê em yekser ketin tevgerê ku me jî dest bi xebata xwe kir. Di destpêkê de me li bajarokan ku li Sirîn, Taşlûg, Til Xezal û Şêranê konferans li darxistin ku herî dawî jî me ya bajarê mezin çêkir. Bi giştî de di navenda Kobanê de 14 komîn in û komînên gundinên girêdayî bajar jî 8’in.”
Narîn Zade teqez kir ku komîna tova bingehîn ya avakirina civakeke demokratîk e, wiha got: “Bê gûman ev gava hatiye avêtin armanca wê ewe ku em di têgihîştin, naverok û danasîna komînan de sererastkirinê bidin çêkirin û komînan ji çarçoveya xizmeguzariyê derxin û bighînin rastiya wê. Komîn ku bingeh û tova avakirina civak û pergaleke demokratîk e, pêwîst dike ku em giraniya xebatên xwe bidin komînan. Lewma jî weke gel û bi taybet jin jî emê veguhertinên mezin di komînan ava bikin ku bi riya wê re em zemînê pergala xwe bihêz û tendirust bikin.”