Li Kerkûkê tundiya li ser jinan her ku diçe zêde dibe

Aqilê paşverû û mêrsalarî li bajarên cuda yên Iraqê û herêma Kurdistanê bûye sedema rêgirîkirina li belavbûna hişyariyên der barê pirsgirêka jinan de. Tundîtûjî jî her ku diçe zêde dibe û ev yek li Kerkûkê hê zêdetir dibe.

ŞÎYAR BAYÎZ

Silêmanî- Di cîhanê de jin rastî tundîtûjiyê tên, bi pêşketina cîhan û civakê re diviyabû tundîtûjî kêm bûya lê belê berovajî wê her ku diçe tundîtûjî zêde dibe. Di civakên ku bi aqilê mêrsalarî tê birêvebirin de rewş aloztir dibe.

Li Başûrê Kurdistanê, bajarê Kerkûkê yek ji wan bajaran e ku çalakiyên rêxistinên jinan tê de tune ne. Ji ber hebûna aqliê mêrsalarî û paşerû, hebûna çend ayîn û neteweyên cuda pirsgirêka jinan nayê dîtin, tunebûna aliyên aram ji bo jinan bûyerên tundîtûjiyê zêde kirine.

‘Kêmkurtî di karên rêxistinan de heye’

Çalakvana medenî ya li bajarê Kerkûkê Sara Star der barê karê rêxistinan jinan li bajarê Kerkûk û çalakiyan de diyar kir ku rêxistinên jinan li bajarê Kerkûk dixebitin û hewldanên cidî dane da ku jinan li hemberî maf û erkên wan hişyar bikin. Lê belê di karê hinek rêxistinan de kêm û kurtî hene û wiha got: “Karê rêxistinan di çend çalakiyan de kom bûne lê belê ya ku pêwîst e di vê der barê de li ser rewşa niha ya civakê bi awayekî sereke hişyarî çêbibe. Her wiha divê jin bizanibin çawa rû bi rûyî tundîtûjiyê tên û çawa nêz bibin û baweriyê bi xwe ava bikin.”

‘Li Kerkûkê nebûna stargehên jinan tundîtûjiyê zêdetir dikin’

Çalakvan Sara Star destnîşan kir ku gelek sedemên tundîtûjiyê hene weke nebûnî û xirabiya rewşa aborî, bi xirabî bikaranîna torên civakê û hebûna medyaya sîber ku hemû hewl didin bi riya hinek dramayan mejiyê malbatan vala bikin û tundîtûjiyê zêde bikin. Her wiha tunebûna hişyariyên di bernameyên medyayê de, nebûna piştgiriya madî ji bo jinên ku rastî tundîtûjiyê tên nikarin bi serbilindî li hemberî tundîtûjiyê bisekinin û ji hevjînên xwe cuda bibin û wiha domand: “Ji derveyî vê nebûna stargeheke jinan li Kerkûkê sedema zêdebûna tundîtûjiyê ye. Ji ber ku tenê pênc stargehên jinan li tevahî Iraqê hene û sê jê li Kurdistanê ne û yek li Bedaye û yên din jî li Embarê ne. Vê jî tirsê ji bo jinan ava kiriye ku ji ber tu piştgiriyek nîn e û tundîtûjiyê qebûl dikin. Rêxistinên jinan di civakek weke civaka Kerkûkê de kar dikin ji bo wê karkirin zehmet e, çalakî tam cihê xwe nagirin. Ji ber Kerkûk yek ji wan herêma ne ku aqilê mêrsalarî û kevneperestî lê heye, ji derveyî wê hebûna gelek netew, ayîn û hemû fikrên cuda li bajarê Kerkûkê pirsa jinan wisa lê kiriye karê rêxistinan zehmet kiriye.”

‘Li bajarê Kerkûkê hukmê eşîrî li ser zagonan heye’

Sara Star bi bîr xist ku li Kurkûkê guh nadin zagonan, ji ber hukmê eşîran serdest e, ev jî bûye rêgirî li hemberî jinan nikarin bê tirs biçin gilî bikin û got: “Ji ber ku zagon weke tê xwestin nayên bicihanîn divê girîngî bidin başkirina zagonan. Endamên parlamentoyê der barê zagonên ku têkiliya wan pê re  heye de girîngî bidin pirsgirêka jinan û daxwaza başkirinê bikin. Li gorî zagona ceza ya jimare 41 a ceza ya Iraqê maf daye mêran bi navê perwerdeyê li jinan bidin û vê jî wisa kiriye ku mafê lêdanê daye mêran. Vê zagonê wisa dike ku tundîtûjî zêde bibe.”

‘Di nava parlamentoyê de pirsgirêka jinan tê piştguhkirin’

Sara Star diyar kir ku rola jinan di nava parlamentoyê de lawaz e û der barê pirsgirêka jinan de dengê xwe nakin, rast e partî û aliyên cuda di parlamentoya Iraqê de hene lê belê pirsgirêkên jinan di hemû partî û aliyan de heman pirsgirêk e û wiha got: “Rewşa siyasî ya civakê xebatê li ser pirsgirêka jinan dike, bêdengiya endamên jinên parlamentoyê ku pirsgirêka jinan di asta bilind de ye nanirxînin û pirsgirêk mezin dibe.”

‘Xebatên li dijî tundîtûjiya li ser jinan dê bi xwe re çareseriyan bînin’

Çalakvan Sara Star di dawiya axaftina xwe de wiha behsa riyên çareseriyê kir û got: “Divê rêxistinên jinan der barê hişyarîkirin û pêşxistina fikrên jinan de kar bikin. Jin beşdarî navendên biryardanê bibin, der barê pirsgirêka jinan de binbin yek deng. Ji derveyî parlamentoya Iraqê divê pirsgirêka jinan ber bi çareseriyê ve bibin, kar li ser zagona pêşîlêgirtina tundîtûjiyê bikin û kêm û kurtiyan çareser bikin. Her wiha dezgehên ragihandinê girîngî didin çalakiyên rêxistinên jinan. Di medyayê de teşwîqkirina tundîtûjiyê tê kirin divê ev ji holê rabe û di medyayê de bernameyên hişyariya jinan werin amadekirin û weşadin. Ji derveyî van jî qedexekirina çekê pêwîst e ji ber çek sedema sereke ya zêdebûna bûyerên kuştin û tundîtûjiyê ye. Ji hemûyan girîngtir mijarên mafên mirovan di dibistan û perwerdeyê de divê girîngî bidinê û bibe mijarek sereke. Bi van hemû hewldanan dê tundîtûjî bêguman kêm bibe.”