Li Kerkûkê ji ber lêhiyê du zarok xeniqîn

Li gundekî bajarokê Pirdê yê bajarê Kerkûkê ji ber lêhiyê du zarok xeniqin û piştî çend saetan cenazeyê wan hatin dîtin.

Silêmanî- Roja 25’ê Mijdarê pêleke barana zêde û dijwar hemû herêma Kurdistanê girt bin bandora xwe, li gelek hêrêman lêhî rabû, li gundê Hesarê mezin ê bajarokê Pirdê yê girêdayî bajarê Kerkûkê, malbetek ku çavdêriya hewzek masiyan dikir, di çadiran de diman, ji ber barana zêde piraniya endamên malbatê ketin ber lêhiyê.

Hejmarek kesên ji malbatê, bi xwe hewldan û xwe rizgar kirin, lê belê du zarok bi lêhiyê re çûn û piştî çend saetan şava borî cenazeyên wan hatin ditîn.

Li gorî agahiyan zarok ji neteweya Ereb in, yek ji wan zarokan keç e û temenê wê yek salî ye, yê din jî kur e yekmehî ye.

Ji ber baran û lêhiyê, îro 26’ê Mijdarê piraniya dibistanên li ser sînorê bajarê Hewlêrê û bajarokên Soran betlaneya fermî heye.