Li Kerkûkê bi şewba ebolayê kesek jiyana xwe ji dest da

Hat ragihandin ku li bajarê Kerkûkê ji ber şewba vîrusa Ebolayê kesek jiyana xwe ji dest daye û 2 kes jî tên tedawîkirin.

Navenda Nûçeyan- Hat ragihandin ku bajarê Kerkûkê yê girêdayî Başûrê Kurdistanê û Iraqê şewba Ebolayê hatiye dîtin. Midûra Tenduristiyê yê Kerkûkê Ziyad El Cubbûrî, ragihand ku li bajarê ku cara ewil şewba ebola lê hatiye dîtin, kesek jiyana xwe ji dest daye û 2 kes jî tên tedawîkirin.

Li gorî nûçeya Gazate Duvar,  Ziyad El Cubbûrî diyar kir ku li bajêr li dijî belavbûna şewbê 'tedbîrên girîng û cidî' girtine û da zanîn ku nexweşxaneyeke dewletê ji bo dermankirina kesên bi şewbê bikevin texsîs kiriye. Ziyad El Cubbûrî anî ziman ku di nava 2 rojên dawî de ji bo 30 kesan testa vîrusê kirine û encamên wan dê îro eşkere bibin û ragihand ku ji bo pêşîgirtina şewbê dê tedbîrên hatine girtin zêde bikin.

'Ji sedan ajalan nimûneyên xwînê hatin girtin'

Midûrê Karûbarên Veterîner a Kerkûkê Mensûr Beyatî diyar kir ku li hemû navçe, bajarok û gundên ku ajalvanî lê zêde ye, ji bo tedbîran xebatên awarte hatine destpêkirin û da zanîn ku ji sedan ajalên bi guman ji bo testê nimûneya xwînê hatiye girtin.

Zêdetirî 11 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabûn

Ebola ku cara yekem di sala 1976’an de li Kongoyê derket holê, di Kanûna 2013’an de li Rojavayê Afrîkayê ji nû ve hatibû dîtin. Di şewba ku di navbera salên 2014-2017’an de li Gîne, Lîberya û Sîerra Leoneyê hat çêbû de, nêzî 30 hezar kes bi vîrûsa ebolayê ketibûn û zêdeyî 11 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabûn.