Li kampa Holê xizmetên Heyva Sor a Kurd
tenduristiyê dixin xizmeta malbatên di kampê de dijîn û da zanîn ku tevî ew di kampekê herî bi xeter de dixebitin jî lê ew erkê xwe yê mirovî pêk tînin.
Hesekê – Kampa Holê ne tenê di warê ewlehiyê de tê parastin, lê belê gelek saziyên mirovî û tenduristî ku xizmetê ji 54 hezar û 390 malbatan re jî dikin hene. Heyva Sor a Kurd yek ji ew saziyên ku şev û roj bi derftên heyî xizmetê ji nexweşan re dikin û dermanên pêwîst pêşkêşî wan dikin. Qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiryia YPJ û QSD'ê a ku di 25'ê Tebaxê dabû destpêkirin di roja xwe ya 10'an didome. Li kêleka operasyonê Mirovî û Ewlehiyê jiyan û xizmetên mirovî û tenduristî jî di hundirê kampê de didome.
Der barê vê mijarê de Newal Şerabî ku di Heyva Sor a Kurd de dixebite ji me re axivî.
“Rûxmê xeteriya li ser me, em erkê xwe yê mirovî pêk tînin”
Newal Şerabî behsa xizmetên ku pêşkêş dikin kir û wiha got: "Karê me nesekinî ye û xizmetên ku em pêşkêş dikin tiştek jê nehatiye guhertin. Jinek ducanî were em wê diwelidînin. Jinek nexweş ango li ser hişê xwe biçe, em wê derman dikin û destwerdana lezgîn a pêwîst jêre pêşkêş dikin. Amûrên tenduristî li vir heye ku em pê li jinan û rewşa zarokê binêrin her wiha dermanên pêwîst jî amade ne. Xeterî li ser me jî heye lê belê ev erka me ye ku em tu carî li ser venagerin. Sûc kiribin nekiribin em alîkariyê û xizmetên tendurisityê pêşkêşî wan dikin û erkê xwe yê mirovî bicih tînin."
“Beriya demekê hevalekê me yê hemşîre hat qetilkirin”
Newal Şerabî qala zehmetiyên ku li kampê pê re rû bi rû dimînin kir û wiha pêl da axaftinên xwe: “Mînak ger kesên ku tên rewşa wê ya tenduristî baş be û pêwîstiya wê bi şandina nexweşxaneyên derveyî kampê tune be û em wê neşînin wê demê aciz dibin û bi şêwazekî nexweş bersiva me didin. Gelek ji wan bi hîceta ku ew nexweş in îsrar dikin ku derkevin derveyî kampê. Berî demekê jî hevalekî me yê hemşîre ji aliyê şaneyên DAIŞ'ê yê di kampê de hate qetilkirin."
"Ruxmî operasyonê xebatên me yê tenduristî jî didome"
Newal Şerabî da zanîn ku tevî destpêkirina Operasyona Mirovî û Ewlehiyê xebatên wan ê tenduristiyê nesekinî ne û wiha pêl da gotina xwe: "Ruxmî destpêkirina Operasyona Mirovî û Ewlehiyê pêşkêşkirina xizmetên tenduristiyê ji nexweşan re nesekinî ne. Tirsek heye lê karê ku em dikin erkekî mirovî ye. Em di kampekê de ne ku ji xetertirîn kampên li ser rûyê cîhanê ye lê belê em li vir in û em ê xizmetên xwe yên mirovî pêşkêşî nexweşan bikin."
"Ez spasiya wan dikim ji ber karê ku dikin pîroz e"
Safiya Mihemed nexweşeke ku serî li Heyva Sor a Kurd xistiye derbarê xizmetên ku ji wan re tê pêşkêşkirin jî wiha axivî: "Hemû pêwîstiyên nexweşan pêk tînin, dema ku ez nexweş bim û min derman dikin ez kêfxweş jî vedigerim mala xwe. Cîranên min yê nexweş jî hebin ez alîkariya wan dikim û wan jî tînim vir. Ew alîkariya me dikin, tu rexneyên me jî ji bo wan tune ne. Bi rêya dermankirinê re me hevdû naskir, em nexweş dikevin ew jî me derman dikin. Ez spasiya wan dikim ji ber karê ku dikin pîroz e."