Li Kampa Holê cenazeyê jinekê hat dîtin

Li Kampa Holê ku malbatên çeteyên DAÎŞ’ê lê dimînin, di qenalîzasyonê de cenazeyê jinekê hat dîtin.

Hesekê- Li Kampa Holê di qenalîzasyonê de cenazeyê jinekê hat dîtin. Saziya bi navê Blomont a di nav kampê de dixebite agahî da hêzên ewlehiyê ku di qenalîzasyonê de cenazeyê jinekê heye. Hêzên asayîşa kampê ya di cihê bûyerê de lêkolîn kirin, diyar kirin ku jin bi gulê ya serê wê hati xistin, hatiye kuştin. Cenazeya jinê rakirin navenda Heyva Sor a Kurd. Heta niha jî  nasnameya jinê nehat diyarkirin û nayê zanîn ji aliyê kê ve hatiye kuştin.