Li Hindistanê li dijî berdana tecawizkaran çalakî hat lidarxistin
Jinên Hindistanî li gelek eyaletên cûda biryara berdana 11 mêrên ku ji ber tecawiza jineke ducanî hatibûn mehkûmkirin, protesto kirin.
Navenda Nûçeyan – Li Hindistanê di demê serhildanên sala 2002’yan de 11 mêr destdirêjiyê li ser jinekê dûcanî kîrîbûn. Jî bo mêrên ku hatibûn girtin biryara berdanê hat dayîn. Bi sedan jinên Hindistanî duh li gelek cihên cûda yên welat li dijî biryara berdana 11 mêrên tecawizkar daketin qadan û nerazîbûnên xwe nîşan dan. Jinan daxwaz kirin ku ev biryar bê betalkirin.
11 mêrên tecawizkar di 15’ê Tebaxê de hatin berdan. Jina ku rastî tecawizê hatibû û niha nêzî 40 salî ye bi gotina “bi biryara hikumetê baweriya min a li hemberî edaletê lawaz bû” li dijî berdana wan hêrsa xwe anî ziman.
Çalakvana Hindî Kavita Krishnan jî li ser mijarê wiha got: “Divê hemu welat bersivekê rasterast a serokvezîrê welat daxwaz bike”.
Çi qewimî bû?
Di sala 2002’yan de li eyaleta Gujarat a li rojavayê welat di dema pevçûnên civakî yên bû sedema mirina bi hezaran kesan de jinek dû canî rastî destdirêjiya 11 mêran hat û keça wê ya sê salî jî di nav de 7 kesên ji endamên malbata wê hatin qetilkirin.
Di sala 2008’an de bi sûcên destdirêjî, kuştin û kombûna ji derveyî zagonê cezaya girtina heta hetayî li van 11 mêran hatibû birîn. Lê 15’ê Tebaxê di dema pîrozbahiyên serxwebûna 75’emîn a Hindîstanê de hatin berdan.