Li Hindistanê di lunaparkê de şewat: 9 jê zarok 27 kesan jiyana xwe ji dest da

Li eyaleta Gujarat ya Hindistanê di encama şewata li lunaparkekê de derketî 9 jê zarok 27 kes jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Li eyaleta Gujarat ya Hindistanê şevê din li lunaparkekê şewat derket, li gor nûçeya kenala NDTV; di şewata ku sedemê hê nehatî tesbîtkirin de 9 jê zarok 27 kes jiyana xwe ji dest dane.

Hate diyarkirin ku dibe hejmara kesên ji ber şewatê jiyana ji dest dabin zêdetir bin û hate ragihandin ku xebatên rizgariyê berdewam dike. Serokê Hindistanê Narendra Modî di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê X’ê parvekirî de diyarkir ku rêveberiya xwecihî alîkariya yên ku ji şewatê bandor bûye dikin, gelek xemgîn e. Serokê Eyaletê Bhupendran Patel da zanîn ku ji bo lêkolînkirina bûyerê tîmek erkdar kirine.

Polîsan ragihand ku xwediyê lunaparkê binçavkirine, wê rayedar 12 hezar û 400 dolar tazmînatê bidin malbatên kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dane.