Li Hesekê komxebata Jinên Ciwan hat lidarxistin

Bi dirûşmeya ‘Bi rihê ciwantiya Viyan û Nûjiyan emê şerê azadiyê ser bixin’ komxebata Jinên Ciwan a Bakûr û Rojhilatê Sûrî hat lidarxistin.

Hesekê – Li Hesekê bi dirûşmeya ‘Bi rihê ciwantiya Viyan û Nûjiyan emê şerê azadiyê ser bixin’ li Hola Serdem a Mişêrfê komxebata Jinên Ciwan a Bakûr û Rojhilatê Sûrî hat lidarxistin. Komxebat bi beşdarbûna 54 delegeyên jinên ciwan ên ji Bakûr û Rojhilatê Sûrî û bi amadebûna Berdevka Koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed hat lidarxistin. Di komxebatê de jinên ciwan polîtîkayên li ser jinan tên meşandin, êrişên li ser Başûrê Kurdistanê û tevahî Bakûr û Rojhilatê Sûrî tê meşandin û li hemberî vê sekna têkoşîn û berxwedanê ya dikeve ser milê jinên ciwan nîqaş kirin.

Piştî yeq deqe rêzgirtinê, endama rêveberiya Jinên Ciwan a Bakûr û Rojhilatê Sûrî Jînda Yûsif axifî. Jinda Yûsif da zanîn ku girêdayî pêvajoya ku gelê Kurd tê de dijî pêwistî bi nîqaşkirina li ser rastiya tê jiyîn hatiye dîtin û wiha got: “Çiqas em rastiya dijîmin nas bikin emê têkoşîna xwe ewqasî bilindtir bikin. Pêwist e her kes rastiya dijmin bizanibe da ku em xwe xurt bikin û rê li ber pilanên qirkirinê bigrin. Ji bo wê jinên ciwan ev erk daye ser milê xwe ku rastiya dijmin bizanibe û li hemberê wê têbikoşe. Me sê xalên girîng di komxebatê de esas girtine yek pergala Rêjîma Baas, dagirkeriya Tirk, rastiya Malbata Berzanî û herî dawî niqaş li ser çareseriyê. Bi vê yekê encamê komxebatê wê derkeve holê. Yê ku karibe xwedî li vê pêvajoyê derkeve jinên ciwan in ji ber ku ev pêvajoyek hebûn û tunebûnê ye."

Piştî axiftina vekirinê sînevîzyonek li ser zayendperestî, dagirkeriya heremê û polîtîkayên qetilkirina jinan hat temaşekirin.

“Rejîma Baas ji bo meşandina siyaseta xwe jinê weke amûrek bikar anî”

Piştî sînevîzyonê materyalek li ser danasîna rastiya rejîma Baas û polîtîkayên ku ew li ser jinan dide meşandin ji aliyê endama ragihandina jinên Ciwan Vînar Şîlan ve hat xwendin.

Vînar Şîlan têkildarî yekemîn xala nirxandinên komxebatê wiha got:" Di Sûrî de zagonên jinê li ser esasê ol ve hatine nivîsandin. Derbarê guhartin û veguhartinên van zagonan de tenê mele û qadî dikarin biryar bidin. Ger ji aliyê civakê ve xwesteka guhartin û veguhartinê hebe jî zemînê guhartinê ne dihat dîtin, ji ber wê jin her tim bê maf ma di mijarêweke zewac, hevberdan, mîras, nasname nedayînê de. Tûndiya bi navê gûnehên namûsê yek ji rêbazek qirêj a li ser jinan e ku li Sûrî tê meşandin. Jinek ku tê revandin an jî kuştin di qanûnê de ji 5 sal heya 7 sal hatiye diyarkirin. Dema bav, bira, hevjîn kuştin bike bi tohmeta namûsê tenê bi qasî 2 mehan tê girtin û paşê tê berdan. Di vir de diyar dibe ku rêjîm baas hemû rê, rêbazên xwe yên qirêj li dijberê jinê bijar anî û jin kir amûrek ji bo meşandina siyasata xwe."

“Hikûmeta AKP 'ê li dijî jinên Kurd rêbazên kûr yên şerê taybet pêk tîne”

Endama Rêvberiya Jinên Ciwan a Şehba Emîna Hec Omer polîtîkên dagirkeriya dewleta Tirk nirxand û wiha got: "Hikûmeta AKP 'ê li dijî jinên Kurd rêbazên kûr yên şerê taybet pêk tîne ku îradeya azad bidin şikandin ya rast qirkirina çandî dike. Ji aliyê dewleta Tirk şerê taybet ku di şexsê jinên kurd de li hemberî jinan tê meşandin gihiştiye asta herî jor. Yên van poltîkan qebûl nakin bi rêbazên hovane dibin hedefa faşîstan. Sakine Cansiz, Sêvê Demîr, Fatma Uyar, Pakîze Nayir, dayîka Taybet, Denîz Poyraz, Hevrîn Xelef û bi sedan jinên ku em nikarin yek yek navê wan binvîsinin hene. Jinên Kurd ên têkoşêr ku di pêşengiya şoreşa azadiyê dikin û bûne sembola jina azad bi zanebûn tên hedefgirtin û qetilkirin. Bi hezaran jinên li zindanan ku rojane bi rebazên ku rumeta dişkînin dixwazin wan teslîm bigrin ya jî bi infazê re rû bi rû dimînin. Dewleta Tirk a dagirker di dîroka 2018 an de êrîş bi ser Efrînê sûcên şer pêk anî û bi dehan jin hatin hedefgirtin û qetilkirin û heya niha jî li pêş çavê cihanê jin tên revandin, kuştin û tecawiz kirin, zewaca bi temen biçûk û pir jinî tê ferzkirin."

“Li Başûrê Kurdistanê jin bi awayekê pergalî rastî kuştin û destdirêjiyê tên”

Berdevka jinên ciwan a herêma firat Firyal Temî îxanet û siyaseta Mala Berzanî û wiha got: “Li Başûrê Kurdistanê tevlî ku rola jin her li ber çavan bû, di hemû milan de bi taybet di demên serhildanan de ji xwe di milê ronakbîriyê de her li pêş bûn, çanda kurdî ya resen di nava nivîsên xwe de cih digrin û diparastin. Lê bi hatina PDK ya li ser desthilatê bi hişmendiya zayendperestî Başûrê Kurdistanê bi rêvbirin. Ev tişt hişt ku jin dûrî qadên kar bi taybet bi rêvberiyê de tu rola wê nemîne. Di zagonên ku mala berzanî bi destê xwe danîn de jin nabe di qadên sereke yên wek qada siyasî, dîplomasî, aborî de hebe. Tenê yên ji milê wan ve hatine hilbijartin kar dikin ew jî derveyî bercewendiyên wan tu tiştekî din naparêzin. Îro roj li Başûrê Kurdistanê jin bi awayekî sîstematîk bi zanebûn rastî kuştin, destdirêjî, taciz û her cûre ji şidetê tê. Ji xwe nikare giliyê xwe jî bike ji ber hemû navendên parastina jin ji şidetê rêvberiyê wan zilam in bi taybet jî zilamên oldar in yên ku her tişt xwezayî sûcên jin dibînin."

Piştî nirxandina xalên sereke ji bo çareserkirin û têkoşîna li hemberî polîtîkayên ku li ser jinan tên meşandin nîqaş hatin meşandin.