Li Heratê astengiya Talîbanê ya li pêşiya jinên rojnamevan!

Rejîma Talîbanê li Heratê jinên rojnamevan ên dixwestin beşdarî civîna ku ji aliyê Daîreya Ragihandin û Çandê ve hatibû organîzekirin bibin, asteng kir.

Navenda Nûçeyan-  Li Afganîstana hewla ruyê rojnamegerên jin ji ekranan bên paqijkirin, di qadên kar de jî jinên rojnamevan neçar tên hiştin li hemberî astengî û zehmetiyan bi xebitin. Li bajarê Heratê yê Afganîstanê beşdarbûna rojnamegerên jin a ji bo civîna ku ji aliyê Daîreya Ragihandin û Çandê ve hat lidarxistin, ji aliyê rejîma Talîbanê ve hat astengkirin. Hate hînbûn ku Wezaretê talîmata ku rojnamegerên jin beşdarî civînê nebin daye.

8 rojnamegerên jin paşve hatin zivirandin

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin bidestxistin, civîn ji bo dabînkirina koordînasyona di navbera Rejîma Talîbanê û medya û rojnamevanên Heratê de hat lidarxistin. Akredîtesa 8 rojnamegerên jin ên ku xwestin beşdarî civînê bibin nehat dayîn. Ji rojnamegerên jin ên hatin ber deriyê salona ku civîn lê hat lidarxistin xwestin "Biçin malên xwe".

Rejîma Talîbanê rojek berê jî biryarnameya ku divê pêşkêşvanên jin bi girtina rûyê xwe di bernameyên televîzyonê de pêşkêşî bikin, ragihandi bû.