‘Li hemberî têkoşîna jinan a mezin dibe tehemula wan nîne’

Di serdegirtinên dawî de bi dehan jinên aktîvîstên TJA'yê û HDP'yî hatin binçavkirin. Jinên Amedê yên bertek nîşanî êrîşan didin, binçavkirina jinan bi gotina "Nikarin têkoşîna jinan ya pêl bi pêl belav tehemûlbikin” nirxandin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatiye destpêkirin de, di 29’ê Mijdarê danê sibehê polîsan avêtin 57 malan. Di serdegirtina malan de aktîvîstên TJA û endamên Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de hejmarek zêde jin hatin binçavkirin. Jinên Amedê yên bertek nîşanî serdegirtin û polîtîkayên tepisandinê yên li dijî têkoşîna jinên Kurd dan û diyar kirin ku furyayên binçavkirin û girtinan wê bê encam bimîne.

'Em bi van operasyonan dibînin ku ji jinan ditirsin'

Endama MYK’ê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Gulşen Sîncar, diyar kir ku berî ango piştî her roja taybet a bûye malê têkoşîna jinê li dijî jinan operasyon tê destpêkirin. Gulşen Sincar, diyar kir ku di operasyonên tên pêkanîn de, polîtîkaya tirsê ya li dijî tevgera jinê bi awayekî zelal dibînin zelalî dîtin û wiha axivî: “Şert û mercên ku em di nava vê de cih digrin rastî şert û mercên zehmet in. Tevgera jina Kurd afirînera têkoşîneke gelekî xurt e ku bi salan belavbûye. Ger em bibîr bixin, îsal di 8’ê Adara de jinan ji qadan bi dengekî bilind qîriyan. Piştî vê jinan bi operasyoneke pir cidî re rû bi rû man û bi dehan hevalên me jî hatin binçavkirin.”

‘Nikarin têkoşîna jinan a mezin tehemûl bikin’

Gulşen Sîncar a diyar kir ku ew ê destûr nedin polîtîkayên tepisandinê yên li dijî jinan, got ku ew ê têkoşîna jinan girêk bi girêk biqîrin.

“Rastî jî ger pêwist bike bê gotin, pergal di nava her tengasiya dijî de aresteyê jinan dibe. Em nafikirin ku îhtîmala ku ev êrîş bigîhijîn encama heye. Ji ber ku di tevahiya pêvajoya pêşketina dîroka têkoşîna jinê de em bi polîtîkayên tundiyê yên cidî re rû bi rû man. Lê di vê xalê de me dirûşmeya ‘Me çok nedanî û em ê nedeynin jî’ ji xwe re bingeh girt. Ev rehend jî pir girîng e, pekane ku mirov dikare bibêje ku têkoşîna ku tevgera jinê derxistiye holê, îro li cîhanê gihiştiyê rehendek gerdûnî. Bêtehemûltiya li dijî têkoşîna jinan a ku pêl bi pêl belav dibe, hewl tê dayîn bi van operasyonan bê sînordarkirin. Em ê li dijî tundiya ku aqlê mêr-dewletê bi taybetî li dijî jinê û bi giştî jî li dijî civakê pêşxistiye, hertim dirûşmeyên xwe biqîrin û têbikoşin."

'Dê jin li her qadê hebûna xwe bidomînin’

Navek din ya bertek nîşanî binçavkirina jinan da Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulîstan Atasoy jî diyar kir ku ev polîtîkayên li dijî jinên Kurd bûye rewşek bipergalî. Gulîstan Atasoy dest nîşan kir ku binçavkirinên tên kirin, qebûl nakin û li dijî vê amûra zextê dê li her qadê rêxistinbûyîna xwe bidomînin, wiha axivî:

“Em baş dizanin ku armanca binçavkirinan astengkirina têkoşîna jinê ye. Dixwazin rêxistinbûna jinê tune bikin û li pêşiya maf û azadiya jinan li qadan astengiyek nû avabikin. Bertekên me yên li dijî van binçavkirinan tijîkirina naveroka dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' ku îro li hemû cîhanê nû û gerdûnî dibe ye. Ji bo vê jî em ê têkoşînê bibin li her qadê û li her qadê xwe birêxistin bikin. Li hemû cihê ku ew jinê naxwazin, jin dê bi îradeyên hin bihêztir hebûna xwe biparêzin. Lewma, em ê her derê bi 'Jin Jiyan Azadî' tijî bikin û vê têkoşînê mezin bikin. Em van binçavkirina jî tu carî qebûl nakin. Tu polîtîkayeke zextê û amûrên zextê dê têrê astengkirina deng û serhildanên jinan neke.”