Jinek bû sekretera giştî ya sendîkaya karkeran a Fransayê

Li Fransayê grevên li dijî reforma teqawidiyê bilind dibin, Konfederasyona Karê Giştî ya Fransayê (CGT) kongreya xwe ya 53’emîn komkir û cara yekem ji sekreteriya giştî re jinek hilbijart. sekretera giştî hat hilbijartin.

Navenda Nûçeyan – Li Fransayê ku di rojên dawî de ku li dijî reforma teqawidiyê grev dihatin kirin û kolan veguherî qada çalakiyê, Konfederasyona Karê Giştî ya Fransayê (CGT) kongereya xwe ya 53’emîn komkir. Ji sekreterê giştî yê Konfederasyonê re berpirsê karmendên kadro Sophie Binet hate hilbijartin.

Hilbijartina Sophie Binet tê vê wateyê ku di dîroka 128 salan a sendîkayê de yekem car e ku jinek wek sekretera giştî tê erkdar kirin. Şêwirmenda perwerdeya bingehîn Sophie Binet a sala 1982'an ji dayik bû, sekreteriya giştî ya yekîtiya endezyar, kadro û teknîsiyenan dikir.

Konfederasyona Karê Giştî sala 1895'an li bajarê Limogesê ava bû. CGT ku nêzî Partiya Komunîst e, yek ji pênc konfederasyonên sendîkayî ye. Sala 2017'an 653 hezar û 222 karker li CGT qeydkirî bû. Lewma CGT mezintirîn sendîkaya li Fransayê bû. CGT’ê ku di piraniya grevên mezin de pêşengtî kir, di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de jî bi awayekî aktîf di berxwedana li dijî faşîzmê de cih girt.

Konfederasyona ku li welat di refên herî pêş ên tevgerên civakî de ji bo mafan têdikoşiya, di demên dawî de balê dikşîne kolanan. Li Fransayê ji meha Çile û vir ve, li dijî reforma teqawidiyê ya hikûmetê grevên herî mezin en salên dawî tê jiyîn.