Li Efganîstanê jin li dijî girtina dibistanan xwepêşandan kirin
Jinên xwepêşander ên parêzgeha Ferah bertek nîşanî girtina dibistanên jinan dan û daxwaz ji civaka navdewletî kirin ku li hember çarenivîsa jinên Afganî bêdeng nemînin.
Navenda Nûçeyan –Jinên Efxanistanê li dijî girtina dibistanên jinan a ji aliyê Talîbanê ve xwepêşandan kirin û bi dirûşmeyên nivîskî bêdengiya civaka cîhanî ya li hember girtina dibistanên jinan rexne kirin.
Xwepêşanderan bi duruşmeya “bazara li ser mafê xwendinê ya zarokan xiyanet e, vekirina dibistanên jinan, bes e ji bêdengiya li hember Talîbanê re”, daxwaz ji civaka navdewletî û gelê Efganistanê kirin ku jinên Efxanistanê ji bîr nekin û li hember çarenûs û pêşeroja wan bêdeng nebin.
Piştî bibandorbûna Talîbanê, qedexeyên li ser gelê Efganistanê bi taybetî qedexe û ferzkirinên li ser jinan zêde bûn û xwepêşandanên jinan li dijî siyasetên Talîbanê li bajarên curbicur ên Efganistanê rastî tepeserkirin û girtina çalakvanan hat. Niha jin li cihên girtî û rûyê xwe girtî li hev kom dibin û ji bo dengê xwe bigihînin cîhanê doz û bernameyên edaletê li dar dixin.