Li Efganistanê herî kêm 3 jin hatin qetilkirin, 2 mirinên bi guman

Li Efganistanê qetilkirina jinan û mirinên bi guman ên jinan zêde dibe. Li gel ku statîstikên rast ên derbarê qetilkirina jinan nayê girtin jî, di mehekî de herî kêm 3 jin û zarokek hatilkirin û 2 jin bi guman jiyana xwe ji dest dan.

BAHARAN LAHÎB

Kabul – Li Efganistanê ku ji aliyê Talîbanê ve rêveberiya welat hat desteserkirin qetilkirina jinan û mirinên bi guman ên jinan zêde dibe. Talîbanê ku di sala 2021’an de rêveberiya welat desteser kir û qedexeyên cûr be cûr ên li ser jinan ferz dike, nahêle ku statîstikên derbarê qetilkirin û mirinên bi guman ên jinan bê danehevkirin. Li gor daneyên ku ajansa me kom kirine di mehekî de herî kêm 5 jin hatin qetilkirin an jî bi awayekê guman jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daneyên ku ji agahiyên li ser ragihandinê belav bûne hatine komkirin:

*Di 29’ê Nîsanê de li wilayeta Heratê kesên nasnameya wan nediyar ên êriş birin ser mizgefta Îmam Zaman di nav de jinek û zarokek 5 kesan qetil kirin. Di êrişê de mêrek û dû jin jî birîndar bûn.

*Di 1’ê Gulanê de li wilayeta Gaznî jinek biguman jiyana xwe ji dest da.

*Di 13’ê Gulanê de li wilayeta Kunarê jinek 19 salî bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest da.

*Di 15’ê Gulanê de li bajarê Faizabad a eyaleta Badahşanê jinek 32 salî ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû hat qetilkirin.

*Di 20’ê Gulanê de li bajarê Mezar-i Şerîf a wilayeta Belhê jinek ji aliyê mêrê ku pê re zeiwcî bû hat qetilkirin.