‘Li dijî tundiyê zagonên heyî nayên bi cih anîn’

Parêzer Amîne Mihemed der barê zagona rojnamevaniyê de got ku gelek jinên rojnamevan, haya wan ji zagona çepemeniyê ya ji bo parastina wan tune ye û got ku zagon hene lê belê wekî tê xwestin nayên bicihanîn.

HÊLÎN EHMED-HÊVÎ SELEH 

Silêmanî – Li başûrê Kurdistanê tundiya li dijî jinan her ku diçe zêde dibe. Piştî di sala 1999’an de peymana têkoşîna li dijî tundiyê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hat îmzekirin, ji wê demê ve heta niha her sal 16 roj bi navê pêngava 16 rojan a têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan hatiye diyarkirin û jin ji wê demê ve ji bo hişyarkirina jinan semîner, panel û çalakiyên cur be cur li dar dixin.

 ‘Armanca jinan ewe ku di hişyarkirina civakê de rol bilîzin’ 

Parêzer Amîna Mihemed ji ajansa me re axivî û got: “Em her sal çalakiyên cuda ji bo hişyarkirina jinan der barê mafên wan de û çawaniya rûbirûbûna tundiya ku li dijî wan tê pêkanîn de xebat didin meşandin. Armanca jinan ew e ku di hişyarkirina civakê de rol bilîzin. Hinek ji mêran jî bi mebesta naman û kêmkirina tundiya li dijî jinan beşdarî xebatên me dibin. Ji ber wê her sal em xebat ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, malbat û jîngehê didin meşandin.”

‘Zagonên me yên baş hene lê belê nayên bicihanîn’

Amîna Mihemed wiha domand:  “Zagonên me yên baş hene lê belê tam nayên bicihanîn. Her wiha beşek ji jinên rojnamevan der barê zagonên parastina wan de xwedî agahî nîn in. Ji ber wê hinek caran ji aliyê xwediyên dezgehên ragihandinê ve ji bo berjewendiyên xwe tên bikaranîn. Ev jî wisa dike ku mafên jinên rojnamevan ji aliyê xwediyên kar û saziyên ku di wan de kar dixebitin ve tên binpêkirin. Hinek bûyer hene, tenê ji ber jin in, mûçeyên wan ji karmend û mêrên hevkarên wan kêmtir e. Divê ev mijar di çapemeniyê de werin destgirtin.”

‘Divê jinên rojnamevan bizanibin zagonên ji bo parastina wan hene’

Amîna Mihemed da zanîn ku zagonên rojnamevanan xwedî girîngî ne û divê zêdetir girîngî ji wan re werin dayîn û wiha got: “Divê jinên rojnamevan bizanibin zagonên ji bo parastina mafên wan hene, zagonên baş hene lê belê pirsgirêk di bicihanîna wan de ye. Ez weke parêzerek ji wan zagonên ku bi taybetî ji bo parastina rojnamevanan in razî nîn im. Ji ber ku bazirgan û dezgeh xeletiyên xwe vedişêrin û ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin.”