Li dijî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê bertek zêde dibin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekê nivîskî êrişên dewleta Tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û got: “Em her dem li pişt gelê Rojava bin.” Her wiha li Kobanê jî li dijî êrişan daxuyanî hat xwendin.

Navenda Nûçeyan – Dewleta Tirkiye a dagirker duh ji danê sibehê ve bajarê Kobanê û gundên Boban, Siftek, Sêlim û Aşmê yên li ser sînorê Sûriye - Tirkiyê yên li rojavayê bajarê Kobanê, her wiha bajarokê Şêxler Jorîn ê li hember bajarê Cerablus, a li rojhilatê Çemê Firatê, hat topbaran kirin. Di encama topbaranê de zarokek jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn û 16 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan. Her wiha di heman demê de 3 gundên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê, 6 gundên rojavayê navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê hatin bombebarankirin.

Li dijî êrişên dewleta tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê bertek zêde dibin. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi daxuyaniyekê nivîskî êrişan şermezar kir, li Kobanê bi sedan ji gelê Kobanê êrişên li ser heremê şermezar kirin û helwesta xwe ya têkoşîn û berxwedanê nîşan dan.  

Şengal

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li dijî êrişên dewleta Tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand. TAJÊ di daxuyaniya xwe de bibîr xist ku di dema fermana 2014’an de gelê Rojavayê Kurdistanê bi erka xwe rabû û xwedî li civaka Êzidî derket, lewra ewê jî her dem piştevaniya gelê Rojava bikin.

“Şoreşa Rojava li dijî tevahî pergalên hegemonîk e”

Di daxuyaniyê de bal lê hat destnîşankirin ku armanca dewleta Tirk nûkirina Osmaniyan e û wiha hat gotin: “Armanca  dewleta Tirk ya dagirker û qirker ya  li ser axa Sûryê  û Îraqê careke din nûkirina Osmaniya ne. Her wiha Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li dijî tevahî sîstemên hegomonîk û zihniyeta dagirker e. Wekî tê zanîn ev demeke êrîşên dewleta Tirk li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyê zêdetir û dijwartir bûne, bi taybet piştî civîna Soçî ya li Tehranê diyare çira kesk ji dewleta Tirk re hatiye pêxistin. Ji ber vê yekê, li ber çavên cîhanê dewleta Tirk, bin navê şerê terorê  êrîşî Rojava dike sivîlan qetil dike, lê mixabin saziyên Navnetewî li hember vê hovîtiyê bêdeng in, bêdengî jî tê watya erêkirina vê rastiyê.”

“Kobanê warê berxwedanî û têkçûna DAIŞ’ê ye”

TAJÊ di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armanca êrişên ewleta Tirk tolhildana têkçûna DAIŞ’ê ye û wiha got: “Wek tê zanîn kobanê warê berxwedanê û cîhê têkçûna DAIŞ ê ye. Xeyalê Erdoxan dema digot “kobanê ket wê bikeve”, di wê kêliyê de ala serkeftinê bi xwîna şehîdan hat bilind kirin. Di roja îro de êrîşên dewleta Tirk li ser kobanê  tê wateya tola DAIŞ ê hiltîne. Bi giştî êrîşên li ser Rojavayê kurdistanê bi taybet Kobanê, ku di encamê de sê sivîl birîndar bûn û zarokê 12 salî bi navê Mihemed şehîd ket. Her wiha 16 endamên hûkumeta Şamê jiyana xwe ji destdan û sê jî birîndar bûn.”

 “Hêzên navnetewî û hikumeta Şamê ji van êrişan berpirsiyar e”

Di daxuyaniyê de li hemberî êrişan bal li ser berpirsiyartiya hêzên navnetewî û hikumeta Şamê hat kişand û wiha domand: “Li hember van êrîşên heyî Rûsya û kolasyona navnetewî berpirsyar e. Her wiha berpirsartiya hûkumeta şamê jî tê de heye. Pêwîst e xwedî helwest be li hemberî destwerdana dewleta Tirk li ser xaka Sûriyê. Di dawî de em tevgera Azadiya Jinên Êzîdî bi tundî êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin. Her wiha em  sersaxî ji malbatên şehîdan re dixwazin û ji birîndaran re jî şifaya lezgîn dixwazin. Em careke din bi bîr dixin ku dema fermana 3.8.2014 an gelê Kurd yê Rojavayê Kurdistanê bi erka xwe ya mirovahî rabûn xwedî li civaka Êzidî derketin. Êm ê herdem piştavaniya gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê bin.”

Kobane

 

    

Bi sedan ji endamên Kongra Star, Rêveberiya Xweser, Partiyên Siyasî, Meclîsa Malbatên Şehîdan, TEV-Dem, Yekîtiya Jinên Ciwan ûTevgera Ciwanên Şoreşger li qada Jina Azad kombûn û daxuyaniyek hevbeş dan.

Daxuyanî ji aliyê endamê Rêveberiya Xweser Xalid Ceradê ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de li ser êrişên ku duh pêk hat wiha hat gotin: "Dewleta tirk a dagirker bajar û gundewarên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bi top û tangan balafirên bê mirov êrîş kir gelek sivîl birîndar bûn li ber çavên dunyayê. Bêdengiya dewletên hegemon nîşan dide ku ew piştgiriyê didin û çira kesek dane dewleta tirk a dagirker. Armanca dewleta tirk ew e ku ewlehî û aramî di herêmê de tune be û herêmên me vala bike ta ku dagir bike. Bajarên Derbesiyê û  Amûdê di 15'ê Tebaxî da rastî tobaranê hatin di encamê de 3 welatî birîndar bûn. Û di 16'ê Tebaxê de li Kobanê tax û gundewarên wê bê sînor bombebaran kir."

Daxuyanî bi siloganên "Bijî berxwedana Kobanê" bi dawî bû.

“Em natirsin û dest ji welatê xwe bernadin”

Endama Rêxistina Sara ya li dijî tundiyê Helîm Osman wiha helwestên xwe yên li dijî êrişan par vekir: "Em wek jin êrîşa dewleta tirk  a duh li ser bajarê Kobanê pêk hat şermezar dikin. Ji ber ku êrîşeke hovane bi top û teyereyên xwe yên bê mirov êrîşên gelê me kir. Armanca dewleta tirk ku jin bike hedef lê wek jin tu carî qebûl nakin û her tim li kêleka zarok û şervanên xwebin ji ber ku em di Kobanê de ji dayîk bû û emê Kobanê jî bimrin. Em li ser fikir û felsefaya Rêber Apo ne tu carî ji axa xwe dernakevin."