Li Bakur Rojhilatê Sûriyê 34 hezar û 703 zarok ji xwendinê bê par man

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur Rojhilatê Sûriyê Semîra Hac Elî ragihand ku ji ber êrîşan 34 hezar û 703 xwendekar ji xwendinê bê par mane û got ku mafên zarokan hatine binpêkirin. Semîra got ku tenê li Şehbayê, ev hejmar 14 hezar e.

RONÎDA HACÎ

Reqa – Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê 4 hezar û 142 dibistanan, ji bo 831 hezar û 849 xwendekaran perwerde didan û sîstema xwendinê bi rêkûpêk dihat meşandin. Di şeva 27’ê Mijdarê de bi êrişên çeteyên HTŞ yên li ser Helebê re, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê êrîşî herêma Bakur Rojhilatê Sûriyê kirin. Di encamê de bi hezaran kes careke din ketin ser riya koçberiyê. Ji ber êrîşan bi hezaran zarok ji dibistanan dûr ketin û ji perwerdê bêpar man. Tenê li Şehbayê 14 hezar xwendekaran li 61 dibistanan dixwendin, lê niha di şûna dibistanê de di rêyên koçberiyê de ne. Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur Rojhilatê Sûriyê Semîra Hac Elî rewşa dibistanan ji ajansa me re nirxand.

‘Êrîş bandoreke neyînî li ser sîstema xwendinê dikin’

Semîra Hac Elî diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker, bi hezaran şagirt ji xwendinê bêpar mane û wiha got: “Di destpêka sala xwendinê de pir bi rehetî xwendekar beşdarî dibistanan dibûn û xwendina xwe bi awayek asayî didomandin. Kar û xebatên perwerdê pir baş û bi rengekî dirust dihatin meşandin. Lê di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li ser herêma bakur Rojhilatê Sûriyê de, bandorek mezin li ser sîstema xwendinê çêbû. Bi hezaran xwendekar bê xwendin man û gelek dibistan hatin girtin. Li gelek herêman ji ber êrîşên li ser Şehba, Minbic û Helebê, bandoreke mezin li sîstema xwendinê çêbû. Dibistan hatin girtin û li wan dibistanan koçberan bicih kirin.”

‘134 hezar û 703 şagirt ji xwendinê bê par man’

Semîra Hac Elî bal kişand ser sûcên ku dewleta Tirk a dagirker dike û got: “Li herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyê  4 hezar û 61 dibistan hebûn û hejmara xwendekaran bi giştî 831 hezar û 849 bû. Lê piştî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 134 hezar û 703 şagirt ji xwendinê bêpar man û 415 dibistan hatin girtin. Hejmara xwendekarên Helebê 1447 e, li wir 3 dibistan hebûn, li Şehbayê 14 hezar xwendekaran li 61 dibistanan dixwendin û li Minbicê 351 dibistan hebûn.”

‘Ji bo xwedîderketina li koçberan 151 dibistan hatin vekirin’

Semîra Hac Elî da zanîn ku Rêveberiya Xweser hemû derfetên xwe kirine xizmeta koçberan û wiha dom kir: “Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi hezaran kes neçarî koçberiyê bûn. Ji bo bicihkirina koçberan Rêveberiya Xweser hemû derfetên xwe kir xizmeta koçberan. Lewma pêwîstî hat dîtin ku 151 dibistan ji bo koçberan werin valakirin. Li Tebqayê 60 dibistan, li Reqayê 71 û li kantona Cizîrê 20 dibistan ji koçberan re hatin amadekirin. Bêguman wê bandorek wê ya neyînî li ser sîstema xwendinê çêbibe, ji ber ku hejmara şagirtan zêde dibe û dibistan kêm dibin.”

‘Dewleta Tirk a dagirker sûcên dijmirovî dike’

Semîra Hac Elî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker li dijî zarokên Bakur Rojhilatê Sûriyê komkujiyan dike û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li dijî zarokan komkujiyan pêk tînin. Li Eyn Îsa û Kobanê zarok hatin qetilkirin. Di heman demê de bi hezaran şagirt ji xwendinê bêpar man, ji xewn û xeyalên zarokatiyê dûr ketin. Em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku xwedî li mafên zarokan derkeve û hesab ji dewleta Tirk a dagirker bixwaze. Ji ber ku bi sûcên dike, zagonan binpê dike û zirarên mezin dide nirxên exlaqî.”