Li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê karker jî beşdarî grevê bûn

Di serhildanên bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, li Muçişa girêdayî Sinê welatiyek jiyana xwe ji dest da. Li kargehan greva giştî tê kirin, li Zanîngeha Kurdistanê jî bi 5 zimanan daxuyanî hat dayîn.

Navenda Nûçeyan- Di êrîşa rejîma Îranê ya li dijî serhildanên ku ji 16’ê Îlonê ve bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berdewam dike de, mirina mirovan berdewam dike. Di çalakiyên ku bi daxwaza guhertina rejîmê qadan tijî dike de, du dirûşmên bingehîn ên “Mirin ji rejîma Mola” û “Jin jiyan azadî” deng vedidin. Duh  bi şev li gelek bajarên ku çalakî didomin agahiya birîndaran hat, li Muçişa girêdayî Sinê welatiyek hat qetilkirin.

Li Ciwanro dorpêça bajêr ji aliyê leşkerên rejîma Îranê ve berdewam dike. Leşkerên rejîmê li derdora saziyên tenduristiyê û dibistanan hatine bicihkirin. Bikaranîna çekê ji aliyê leşker û polîsên rejîma Îranê ve jî di dîmenan de xuya dibe. Çalakvanan li dijî tirsa ku tê xwestin bi dorpçan bê avakirin, peyam dan û gotin dê kolanan neterikînin.

Bajarên Rojhilat di serhildanê de ne

Li Muçişa girêdayî Sinê polîsên rejîma Îranê bi çekan êrîşê çalakgeran kirin, hate ragihandin hejmarek zêde welatî birîndar bûne. Di êrîşên li Muçişê de welatiyek jiyana xwe ji dest da. Çalakvanan piştî qetlîama hat jiyîn, bi bersivdayîna dirûşmên “Kurdistan ji faşîzmê re dê bibe goristan” û “Mirin ji rejîma Mola re” bênavber çalakiyên xwe domandin.

D çalakiyên li Pîranşar, Ciwanro û Mehabadê de, tevahiya şevê, çalakger serwer bûn.

Li bajarên Sinê, Merîwan, Dehgolan, Seqiz, Kirmaşan, Salmas Urmiye, Zahîdan û Mehabadê jî çalakî domiyan. Hat diyarkirin ku qutbûna înternetê zêde ye, der barê çalakiyên pêk tên de agahiyên berfireh nehatin bidestxistin. Hat hînbûn ku di çalakiyan de peyama qetlîamên hatine jiyîn û polîtîkayên rejîme nayên qebûlkirin û dê çalakî berdewam bikin hatiye dayîn.

Li bajarên Fars avahiyên Besîj dan ber agir

Li parêzgehên Fars jî çalakiyan berdewam kir. Li bajarên paytext Tahranê heya Karajê, ji Sarî heya Amdimşek û Mehrê çalakiyan berdewam kir. Hat dîtin ku xwepêşanderên Sabzewarê, piştî êrîşa polîsên rejîma Îranê li dijî çalakgeran ji bo şermezarkirinê, barergeha Basî jî dan ber agir.

Karker tevlî grevê dibin

Grevên giştî yên ku perçeyek serhildanên li Îran û Rojhilat in, berdewam dikin. Karkerên kargeha Bahman Motorê li cihên xwe yên kar kom bûn, tevli grevê bûn û bi berzkirina dirûşman tevli çalakiyên gel bûn. Her wiha kesên di avahiya Kargoya Akbarabadê de dixebitin û ajokar jî li hev civiyan û bi berzkirina dirûşmên aligiriya azadiyê tevli grevê bûn. Li Nasimshahrê jî xebatkarên sektora veguhestinê tevli grevê bûn. Her wiha Şîrketa Petrokîmya Mesjîd Suleiman jî diyar kir ku di atmosfera welat de tevlli grevê bûne û çalakiyek ku diyar dike ji bo baştirkirina rewşa jiyana karkeran û li dijî qeyrana aborî tevli grevê dibin, pêk anî.

Êrîşa li dijî alimên olî hat şermezarkirin

Li Diwandareyê komek mirovên oldar daxuyaniyeke hevpar weşandin û bang kirin ku atmosfera welat tê de derbas dibe divê biguhere û wekhevî, dadmendî pêk were, cihêkarî û xizanî bê rakirin. Her wiha êrîşên rejîmê yên li ser zanayên olî jî hat şermezarkirin û hat xwestin ku mirovê oldar Farûq Qadrî yê piştî tevlibûna merasîma cenazeyê li Ciwanroyê bi çekê hat birîndarkirin û bêyî dermankirin hat revandin were berdan.

Profesor û xwendekarên zanîngeha Kurdistanê çalakî li dar xistin

Endamên perwerdeyê ya zanîngeha Kurdistanê, bi xwendelarên zanîngehê re bi lidarxistina mîtîngek piştgirî dan çalakiyên gelê Îranê yên li seranserê welat. Daxuyaniyên şermezarkirinê bi amadebûna xwendekaran û ji aliyê mamosteyan ve bi pênc zimanan, Kurdî, Farsî, Îngilîzî, Erebî û Almanî hat xwendin.

Her wiha xwendekar û mamosteyên zanîngehê xwestin, Dr. Bahramî yê ku ji bo di çalakiyên li welat bi berfirehî didomin, piştgirî da grevên xwendekaran pêr hatibû girtin were berdan.