Berçem Turcel û Kînda Zîn li Şengalê hatin bibîr anîn

Gelê Şengalê du Berçem Turcel û Kînda Zîn yên ku di têkoşîna xwe ya 30 salan de ji bo azadiya jin û gelan ked dane û jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn.

Şengal-Li Şengalê şoreşger Berçem Turcel (Hibrize Ozdurak) û Kînda Zîn (Fatma Onur) ku ji sala 1993’an û vir ve têkoşîna azadiya jinan meşandine hatin bibîranîn. Kînda Zîn û Berçem Turcel ên ku di 28’ê Cotmeha sala 2022’an de li çiyayên azad jiyana xwe ji dest dan di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de ji bo civaka Êzidî ji fermanê rizgar bikin bi rêhevalên xwe re berê xwe dabûn Şengalê û heya ku Şengal ji çeteyên rizgar kiribûn bênavber ji bo jin û ciwanên Şengalê ked dan û di tevahî kêliyên xwe yên Şengalê de ji bo ku fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidin civaka Êzidî bûn xwedî hewldanên mezin. Îro li goristana Şehîd Dilgeş û Berxwedan ji bo bîranîna her du şoreşgerên jin merasîm hat lidarxistin.

Di merasîmê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û Hêzên Yekîneyên Jinên Şengalê YJŞ’ê ji bo bîranîna şehîdan axaftin hatin kirin û li sînevîzyonek li ser jinan û kesayeta wan hat temaşekirin.

‘Şehîd Kînda û Berçem şopdarên doza azadiya jinan in’

Di destpêka merasîmê de ji bo ruhê şehîdan find ji aliyê dayikan ve hatin pêxistin û li ser navê saziya malbatên şehîdan dayê Pakiz Celal axivî û bi van hevokan qala lehengî û kesayetiya Kînda û Berçem kir: “Em di serî de di şexsê hevala Kînda û hevala Berçem de em tevahî şehîdên şoreşê bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Hevala Kînda û Berçem di fermanê de bi hewara me ve hatin û birînên me derman kirin. Kesayetiya herdu hevalan jî li ser jin û dayikên me pir bandorên mezin kir. Ji ber ku wan hevalan em fêrî xweparastinê kirin wan em fêr kirin ka em ê çawa xwedî li dîrok û baweriya xwe derkevin. Ji bo wê em dikarin bibêjin keda wan li ser me pir e û em nikarin heqê wan bidin. Em weke saziya malbatên şehîdan dibêjin çi dibe bila bibe em ê xwedî li xeyalên wan derkevin û em dibêjin; hol hola Tawisê Melek e şehîd namirin.”  

Li ser navê Yekîneyên Jinên Şengalê fermandar Hêza Şengal jî axivî û got: “Şervanên azadiyê Kînda û Berçem jinên Şengalê fêrî xweparastinê kirin bi saya wan îro bi sedan keçên Êzidî parastina warê xwe dikin. Çawa ev şehîdên me li Şengalê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê têkoşiyan û bi ser ketin li çiyayên azad jî li hemberî tevahî êrîşên hovane yên artêşa Tirk bi hemû hêza xwe têkoşiyan û teknîka wan vala derxistin.”

‘Bi xweseriya Şengalê em ê xwedî li şehîdên xwe derkevin’

Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hico jî di axaftina xwe de bal kişand ser hevkariya PDK’ê û dewleta Tirk û wiha pêde çû: “Weke gelê Şengalê encax em Şengalê ji tevahî êrîşên dewleta Tirk, sîxurên MÎT’ê û PDK’ê biparêzin da ku ev destkeftiyên me yên bi xwîna şehîdan hatine avakirin bên parastin û em bigihîjin Şengaleke xweser û demokratîk.”

‘Li Şengalê xeyalên şehîdan pêk hatin’

Herî dawî Cîgirê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hisên mafê axaftinê girt û wiha bi dawî kir:”Di şexsê hevala Berçem û Kînda de em tevahî şehîdên fermanê û berxwedana Şengalê bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin. Di oxira azadiya civaka Êzidî de me bi dehan jin û xortên hêja pêşeng û şervanên bi nirx di vê riyê de dan. Lê li Şengalê xeyalên wan şehîdan pêk hatin û ya ji me tê xwestin ew e ku em xwedî li nirxên xwe yên pîroz derkevin.”