li Şehbayê şahiya salvegera Kongreya Star

Bi boneya 16’emîn salvegera avabûna Kongra Star li Şehbayê şahî hate lidarxistin.

Şehba - 16’emîn salvegera avabûna rêxistina jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kongra Star li Şehbayê bi şahieykê hate pîrozkirin. Şahî ji aliyê Kongreya Star a herêma Efrînê ve li navenda çand û huner ya navçeya Ehdas a Kantona Şehbayê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê hate li dar xistin. Di Şahî de nûner û endamên Kongreya Star a herêma Efrînê û jinên ku cihê xwe di Rêveberiya Xweser de girtine amade bûn. Hola şahiyê bi wêneyên pekrewanên jin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Rêxistina Kongra Star hatibû xemilandin. Piştî deqeyek rêzgirtinê, endama Koordinisiyona Kongreya Star a herêma Efrîn Şêrîn Hesen salvegera avabûna Kongreya Star li hemû jinan pîroz kir
Di şahiyê de endama Koordînasyona Kongra Star a wargeha Serdem Hesna têkoldarî xebatên wan ên dibiniya Kongra Star de tên meşandin ev tişt anî ziamn: “Em weke Rêxistina Kongreya Star jin di perwerdeyan re derbas dikin û pirsgirêkên ku pê re derbas dibin çareser dikin ji bo ku ew jî bigihînin azadiyê. Em dixwazin zihniyeta baviksalarî û kapîtalîst li pêşiya jinan êdî bê rakirin, wê demê em ê di civakeke rast û azad de bijîn.”
Piştî axaftinê despêkê endama Tevgera Hîlala Zêrîn a Efrînê hunermend Newroz Silêman stran got paşê jî koma Buhara Şehba ya Kantona Şehbayê stranên gelêrî pêşkêş kir. Di heman demê de koma guvendê ya Ş. Ronahî govendên herêmî pêşkêş kirin. Piştre stranê ferdî ji aliyê hunermendên jin ve hatin gotin. di dawiyê de koma Ş. Berçem li ser navê Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Efrînê derketin dike û sitirîn, jinan li ber stranên wan govend gerandin.
Şahî bi gerandina dîlanê dawî bû.