Li Şehbayê êrişên dewleta Tirk hat şermezarkirin
Li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker li Şehbayê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de bang li civaka navnetewî hat kirin ku bi erkên xwe rabe li dijî kiryarên dewleta Tirk raweste.
Şehba - Komîteya zarokan a Kongreya Star, Desteya perwerdeyê û fêrkirina Civaka Demokratîk û Maclisa Jinan a Malbetên Şehîdan ên herêma Efrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek hevpar li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker dan. Daxuyanî li dibistana navçeya Ehdas a kantona Şehbayê bi tevlibûna jin û zarokan hat dayîn.
Daxuyaniya ku ji aliyê mamoste Evîn Dingilî ve hatibû xwendin wiha bû:
Evîn Dingilî di destpêka daxuyaniyê de bal kişand ser êrîşên dewleta tirk a dagirker û armanca wê ji vê êrîşan û wiha vegot: "Di demên herî dawî de dewleta tirk a dagirker pîvan û nirxên mirovahiyê, zagon û mafên gelan bin pêk dike. Hemû zagon, misogername û belgenameyên Neteweyên Yekbûyî paşguh dike. Hemû kiryarên ku dewleta Tirkiyeyê pê radibe mîras û reftarên împratoriya Osmanî ku di demên hilweşandina xwe de gelek komkujî bi serê gelê resen ên herêmê ji Kurd, Ereb, Ermen, Aşûr û Suryan de pêk anîne, nîşan didin. Dewleta tirk îro heman kiryarên xwe bi awayekî hovane bi ser gelê me de ji aliyê çandî, civakî, aborî û siyasî ve pêk tîne. Bûyera herî dawî jî zarokên bajaroka Til Rifet armanc girt ku di encamê de çar şehîd û yazdeh birîndar çêbûn. Armanc ji vê yekê ew e ku gel bike qurbaniya hişmendiya xwe ya qirêj."
Evîn Dingilî di dawiya daxuyaniyê de soza tolhildana şehîdên xwe da û wiha bi dawî kir: "Bi navê meclisa Kongreya Star a herêma Efrînê sersaxî ji malbetên şehîdên ku bûne qurbaniya balafirên keşfê dixwazin û soz didin ku em ê li ser şop û xeta şehîdan bin, ji ber ew rêberên tekoşîna me ne.”
"Zarokên bê guneh hedef digirin"

Rêvebera Kongreya Star a navçeya Ehdasa Şehbayê Hêvîn Mihemed diyar kir ku îro li hev civiyane ji bo dayîna daxuyaniyek hevpar li dijî êrîşên dagirkeriyê û wiha pê de çû: "Em wek jinên Efrîn û Şehbayê li dijî êrîşan daxuyaniyek hevpar didin, bi taybetî li dijî komkujî û qetilamên ku li ser sivîlan pêk hatine, ne tenê li Şehabyê li seranserê Rojavayê Kurdistanê êrîş pêk tên. Ev bû pênc sal koçberên Efrînê li Şehbayê ji bo vegera Efrînê li ber xwe didin û tu carî jî terka Şehbayê nakin ji ber ev der jî girêdayî Efrînê ye. Di êrîşên xwe de dewleta tirk a dagirker zarok û jinên me dike armanca xwe. Em ê tola şehîdên xwe hildin em ê Şehbayê bernedin û çand û hebûna xwe dem li dijî qirkirinê biparêzin."
"Em ji berxwedan û tekoşînê nawestin"

Mamoste Peyman Musa jî bal kişand ser êrîşên ku pê zarokan hedef digrin û got: "Dewleta tirk rojane koçber û sivîlên Efrînê dike armanca êrîşên xwe. Dixwaze bi van êrîşan hebûna Kurdan biçewisîne. Ji ber êrîşan êdî tirs ketiye dilê zarokên me û nikarin serbest xwendina xwe bidomînin. Bila Erdogan baş bizane em ji Şehbayê dernakevin heya vegerin Efrînê û tu carî ji berxwedanî û tekoşînê nawestin."