Li Şehbayê amadekariyên hilbijartinê didome

Hevbendiya Gelan û Jinan ji bo azadiyê li kantona Efrîn-Şehbayê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên propagandayê ji bo hilbijartinên şaredariyan ku dê di 11'ê Hezîranê de pêk bên dimeşîne.

Şehba – Amadekariyên ji bo hilbijartinên 11’ê Hezîranê didomin. Hevbendiya Gelan û Jinan ji bo azadiyê li kantona Efrîn-Şehbayê di 27'ê Gulanê de rêze civîn ji gelê Şehbayê û koçberên Efrînê re der barê girîngiya hilbijartinan de li dar xistin û wê du rojan li seranserî gund û navçeyên kantona Şehbayê berdewam bikin.

Der barê rêze civînên ku tên lidarxistin de jinên beşdarî civînan bûne ji ajansa me re axivîn û daxwazên xwe ji bo şaredariyên demokratîj anîn ziman.

‘Hilbijartinên şaredariyan di qonaxeke hesas de tên lidarxistin’

Endama komîteya amadekar a hilbijartinên şaredariyan, Semîra Mihemed bal kişand ser lidarxistina civînan û got: "Hilbijartinên şaresariyan di qonaxeke hesas û girîng de li kantona Efrîn-Şehbayê çêdibin. Ji bo ku danasîna girîngiya hilbijartinan û şîrovekirina bendên wê me rêzecivîn ji gelê herêmê re li dar xist û em girîngiya vê pêvajoyê ji gel re vedibêjin û balê dikşînin ser girîngiya dayîna dengên xwe. Ev civîn li seranserê gund û navçeyên kantona Şehbayê her wiha di wargehên koçberiyê de dê bên lidarxistin. Em di civînan de balê dikşînin ser pêvajoya hilbijartinên dawî û hemleya propogandaya wê ji bo avakirina şaredariyên demokratîk bi hêz û dengê gelan bi xwe. Bi taybetî ev hilbijartin ji bo koçberên Efrînê yên li Şehbayê li ber xwe didin gelek girîng e ji bo xurtkirina têkiliyên diplomatîk bi şaredariyên cîhanê û herêmê re."

‘Gel bi coş û heyecan e’

Semîra Mihemed diyar kir ku gel gelek bi hêvî û îrade ye ji bo hilbijartinan û wiha bi dawî kir: "Bi riya lidarxistina civînan û pêşhilbijartinên partiyan û Kongra Star ên ku hatine çêkirin gel gelek bi coş û daxwaz bû. Her wiha bi îrade û hêza xwe çû ser sindoqan. Di civînên ku hatine lidarxistin de gel careke din teqez kir ku wê bi vê îrade ber bi hilbijartinên dawî yên şaredariyan ve biçe û bi daxwaza xwe hevşaredarên xwe hilbijêre."

‘Cara yekem e hilbijartin bi îrade û dengê gel çêdibe’

Hevseroka komîna gundê Meratê yê navçeya Ehdasê Meysa Ebdo jî diyar kir ku bi riya tensîqên nava komîn û meclisan ev civîn hatine lidarxistin û got: "Bi tensîqên navbera komîn û meclisan de rêze civîn ji gel re li seranserî kantonê tên lidarxistin. Ev cara yekem e ku hilbijartin bi îrade û dengê gel çêdibin. Ev yek jî bi daxwaza gel bû, hilbijartin pêvajoyek girîng e ji gelê herêmê re bi hemû pêkhate û mezhebên xwe. Ji ber ku şaredarî ji bo xizmetên bingehîn ên civakê ne. Ji ber vê yekê gel bi daxwaz ber bi hilbijartinan ve diçe."

Semîra Reşîd a ku beşdarî civînê bûye jî kêfxweşiya xwe ji bo hilbijartinan anî ziman û wiha got: "Em gelek kêfxweş û bendewar in ku ev hilbijartin bibe cihê serkeftinê. Her wiha em ji hemû kesên ku xwe kirine namzed re serkeftinê dixwazin. Ev hilbijartin gaveke cuda û serkeftî bû di dîroka şoreşa gelên Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê de û lidarxistina hilbijartinan ne hêsan bû. Daxwazên me ji kesên ku bûne namzed û me ew hilbijartine û em ê careke din hilbijêrin ew e ku xwedî li erka xwe derkevin û di nava gel de xizmetên xwe bikin, daxwazan wan pêk bînin. Di heman demê de layîqî dengê gel bin."