Li Şehba, Qamişlo û Tiltemirê ji bo Jîna Emînî çalakî hatin lidarxistin

Li dijî qetilkirina Jîna Emînî û bi armanca şoreşa Rojhilatê Kurdistanê ya ku dest pê kiriye, li Şehbayê meş, li Qamişlo daxuyanî û li Tiltemirê jî çalakiya protestoyî hat lidarxistin

Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya çalakiyên hevbeş ên li seranserî cîhanî û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li dijî kuştina jina Kurd Jîna Emînî ku rojane çalakiyên cur be cur tên lidarxistin, îro jî bi heman armancê Meclisa Navçeya Qamişlo bi amadebûna bi dehan endamên meclisê li pêşiya navenda xwe ya li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da.

“Polîtîkayên Tirkiye û Îranê yên li dijî jinên Kurd bi heman armanc û rengî ne”

Daxuyaniya ku ji aliyê Cîgira Hevseroka meclisa Nahiyê ya Qamişlo Xufran Kewkeb ve hat xwendin, wiha dest pê kir: “Em rejîmên faşîst û kiryarên nerewa yên dewleta Îranê li dijî Jîna Emînî bi hinceta ol û exlaq û ku di dirêjahiya dîrokê de ev bûyer berdewam dikin, şermezar dikin. Heta îro bi sedan jinên girtî yên di girtîgehên Tirkiyeyê de ku ji bo maf û azadiya xwe têdikoşin, nehatine dadgehkirin û li dijî îşkenceya bêexlaqî li ber xwe didin, bi taybetî polîtîkayên xwe yên sîstematîk ên li dijî jinên Kurd.”

“Guhertin û pêşketina civakan wê bi jinan pêk were”.

Xufran kewkeb di daxuyaniyê de destnîşan kir ku guhertin û pêşketina civakan dê bi jinan pêk were ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yekane ev doz pêş xist û wiha pêde çû: “Di vê çarçoveyê de em Meclisa Qamişlo û saziyên wê li hemberî van êrîşên dijmirovî yên li dijî hemû jinên cîhanê tu carî bêdeng namînin. Em daxwaz û bang li hemû jinên cîhanê dikin ku li dijî van rejîmên desthilatdar hevgirtinê xurt bikin û asta têkoşîna azadiyê ya jinan bilind bikin ku mafê jinan daye û bi têkoşîna jinê bawer bûye. Abdullah Ocalan yekane rêberê ku ji hemû rejîman, azadî û têkoşîna jinan  xwestiye. Her wiha destnîşan kir ku guhertin û pêşketina civakan wê bi jinan pêk were.”

“Divê helwestek tund li hember kesên ku tawanên derexlaqî û mirovî dikin were nîşandan”

Xufran Kewkeb bang kir ku gereke helwesteke tund li hember aliyên ku tawanên exlaqî û mirovî dikin werê nîşandan û wiha daxuyanî bi dawî kir: “Em bang li rayedarên pêwendîdar û Neteweyên Yekbûyî dikin ku mafên mirovan biparêzin ku helwestek tund li hember van aliyên tawanên exlaqî û mirovî dikin nîşan bidin û cezayên giran li ser wan bisepînin da ku rê li ber van kiryarên hovane qut bikin, nemaze ji ber mafên mirovan û azadî bi hebûna jina azad ve girêdayî ne û divê ev nirxa pîroz bê parastin.”

Tiltemir

Li dijî qetilkirina jina Kurd li Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî ji aliyê Polîsên Exlaq ve, ne tenê li Kurdistanê lê belê li cîhanê tevahî çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin û piştgiriya xwe jê re nîşan dan. Bi heman mebestê jî îro bi pêşengiya Kongra Star hemû jinên navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li çarxeriya şaredariyê ya kevn çalakiyeke protestoyî li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyê Jîna Emînî û Anûş leşkera Ermenî ku ji aliyê artêşa Azerbaycanê ve bi awayekî hovane hatibû qetilkirin û destdirêjî lê hatibû kirin, hatin hildan. 

Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo Jîna û hemû pakrewanên ku di oxira jiyana azad û bi rûmet de canê xwe dan, jinan bi dirûşma Jin Jiyan Azadî û em hemû Jîna Emînî ne desmalên xwe şewitandin.

Her wiha Endama Kongra Star Zîlan Îsmayîl jî wiha got: "Hebûn û sekna me ya li vê derê ew e ku em kiryarên Îranê di bin navê ol û îslamê de li dijî gelê Kurd pêk tîne şermezar bikin. Bi van kiryaran dixwazin gelê Kurd gavên ku avêtiye şûnde biavêje û asta heyî têk bibin. Çima li Îranê zewaca mutayê şaş nayê dîtin? Li dijî gelê azadîxwaz hemû kiryarên hovane pêk tînin û daxwazên ji bo azadiyê qedexe dibînin. Em piştgiriyê didin jinên Rojhilatê Kurdistanê û serhildanên ku li wir çêbûne. Ji bo rizgarkirina jinan em ê her dem têbikoşin."

Şehba

Di bin dirûşma"Êdî bes e ji qirkirina jinan re, di sedsala 21'ê de ji bo destpêkirina şoreşa jinan" Kongreya Star a herêma Efrînê bi meşekê qetilkirina Jîna Emînî şermezar kir û piştevaniyên xwe ji jinên Rojhilatê Kurdistanê re nîşan da. Meş ji riya gundê Tilqireh heya qada wargeha Serdem ên navçeya Ehdasa kantona Şehbayê bi hêrsa jinan li dijî tundiyê domiya. Bi hezaran welatiyên Efrîn û Şehbayê beşdarî meşê bûn û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Jîna Emînî û pankartên bi nivîsa "Em hemû Jîna Emînî ne","Li dijî desthiladariyê wê jinên Rojhilat bibin bingeha şoreşa parastina hemû jinan" hildan.

Piştî deqeyek rêzgirtinê meş veguherî mîtîngê û jinan kefî ji serê xwe avêtin û agir pêxistin, bi riya şewitandina hicabên xwe dengê xwe gihandin jinên Rojhilatê Kurdistanê. Piştre li ser navê Kongreya Star a Efrînê Şîraz Hemo axivî û wiha got: "Di şexsê Jîna Emînî de sîstemên milî xwestin careke din dîroka qirkirina jinan dubare bikin. Ji Leyla Qasim, Sekîna Cansiz heya Hevrîn Xelef û herî dawî Jîna Emînî ku bi destên sîstemên desthiladar hatin qetilkirin ji ber dengê xwe li dijî wan bilind kirin û bi sedan jin mîna wan di tundî û qetilkirinê re derbas kirin. Li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî jî heman tundiyê li ser jinan dixwezin bimeşînin û jinan di nava adetan de bifetisînin lê namûsa jinan ne di cil, beden û porê wan de ye. Em ê li dijî vê tundiyê bisekinin.”

"Em bindestiyê li ser xwe qebûl nakin"

Hêvîn Eloş a ku beşdarî meşê bû sîstemên desthiladar şermezar kir û got: "Em sîstema milî ya Îranê bi tundî şermezar dikin, bi kuştin û tuntiyê tu carî qir nabin. Namûs erd û welatê me ye. Tu carî sîstemên milî nikarin îrade û hêza jinan biçewisînin. Em ê li dijî vê yekê bisekinin û tu carî bindestiyê li ser xwe qebûl nakin.”

"Namûsa me erdê me ye"

Hêvîn Mihemed jî hestên xwe li dijî bûyera ku li Rojhilatê Kurdistanê pêk hatiye wiha anî ziman: "Em gelê Efrîn û Şehbayê bi riya çalakiyên xwe piştgiriya jinên Rojhilatê Kurdistanê dikin. Li Rojhilatê Kurdistanê jî jin li ser piyan e û şoreşa jinan bi tekoşîna xwe dane destpêkirin. Rihê jinan hemûyan û doza wan yek e, ji ber vê em ê li dijî tundî û bindestiyê têbikoşin. Namûsa jinan ne di por û bedena wan de ye, namûsa me erdê me ye û ji bo azadiya xwe em ê her dem di nava xebatan de bin.”