Li Îranê Profesor Mahshid Gohari ji erka xwe hat girtin

Profesora Wêjeyê ya Îranê Mahshid Gohari li ser hesabê xwe ya medyaya dijîtal ragihand ku ji erka xwe ya li zanîngeha Ferdowsi ya Meşahed hatiye dûrxistin.

Navenda Nûçeyan- Serhiladên gelê Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku bi qetilkirina Jîna Emînî re destpê kirîn berdewam dike, zextên li beramberî civakê jî didome. Profesora Îranî ya Wêjeyê Mahshid Gohari ji erka xwe ya li zanîngehaê hate dûrxistin. Mahshid Gohari, profesora beşa wêjeyê ya zanîngeha Ferdowsi ya Meşhedê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal Instagramê de parvekirin kir û diyar kir ku piştî 7 salan yê xebatê ew û hinek hevpşîeyên din yê wê ji erka xwe hatine dûrxistin.

‘Ez di wê hêviyê de me ku rojên xweş vegerin’

Mahshid Gohari di wê parvekirinê de wiha got: “Demek ecêb e, zanîngeha Ferdowsi weke mala min ya dûyem bû. Min gelek salan li vê derê xwendevantî û mamostatî kiriye. Ez pê hesiyam ku ez û hinek hevpişeyên xwe me ji erka xwe hatine dûrxistin. Yek ji bûyerên herî xweş yê di jiyana min de, ders dayîna xwendekarên jîr û enerjîk û bû şansê min ez bi wan re bikevim nava peywendiyan. Ez ji perwerde dayînê hez dikim, min giringî da her demê, min hewil da tişta ku ji destê min were der barê meyzekirina wêje û zanyarî dayîna der barê dîrok û nasnameya Îranê de û lêkolînkirina berhemên edebî min çi ji destê min hat min kir…

Ez di wê hêviyê de me ji bo welatê min rojên xweş were û car din bi xwendekarên xwe re rû bi rû bi axivim û dersên ku em ji hev bigirin car din werin. Ez zarokek ya Îranê me ez li welatê xwe yê weke dayika min e jiyan dikim.”

 Di derbarê Mahshid Gohari de

Mahshid Gohari di Çileya 1979’an de li îranê ji dayîk bûye. Li zanîngeha Ferdowsi ya Meşhedê di qada endezyariya Elektirîkê de dereceyê bilind girt, lê belê ji ber heskirina wê ya ji bo wêjeyê, derbasî qada wêje û zimanê Farisî bû. Lisanasa bilind û doktora li heman zanîngeha Meşhedê temam kir û profesorî ji li wê derê qezenc kir, xebat derbarê berhemên ji wêjeya Farsî meşand, ders da û derbarê mijara helbestan de berhem weşand.