Li Îranê mamostetî: Guhdar û xebatkariya birdoziyê
Mamosteyeke jin dikeve polê; awir wê dinirxînin, tevgerên wê têne tomarkirin û heta kenê wê jî di bin çavdêriyê de ye. Divê ew hîn bike, lê di heman demê de divê ew guhdar û bê îtîraz be; di dibistanekê de ku rola wê ne tenê hînkirin e, ji nû ve hilberand
ŞÎLAN SAQEZÎ
Navenda Nûçeyan – Di pergala perwerdehiyê ya Komara Îslamî ya Îranê de, mamosteyeke jin ne tenê hêzek kar e, di heman demê de mijarek li ser xaçerêya hêza îdeolojîk, zayendî û çînî ye jî. Ji gavên pêşîn ên ketina pîşeyê ya li zanîngehên perwerdehiya mamosteyan bigre, heya salên xizmetê yên xerabûyî di polên qerebalix û dibistanên jibîrkirî de, mamosteyeke jin rastî çavdêriya avahîsaziyê, kontrol, îstismar û paşguhkirinê tê. Ew ne tenê hilgira perwerdehiyê ye, di heman demê de hilgira dîsîplîna siyasî û exlaqî ye ku hikûmet bi rêya wê di xwendekaran de diçîne. Ev pêşgotin hewl dide ku nîşan bide ka pergala perwerdehiyê çawa bûye amûrek ji bo ji nû ve hilberandina serdestiyê û mamosteyên jin yek ji qurbaniyên wê yên sereke ne.
Ev rapor hewl dide ku rewşa avahî, aborî û îdeolojîk a mamosteyên jin di sîstema perwerdehiyê ya Îranê de, lêkolîn bike. Ji pêvajoya ketina nav pîşeyê bigire heya zextên kar, cudakariya zayendî, tundûtûjiya sembolîk û madî û bandora polîtîkayên hikûmetê li ser jiyana wan a pîşeyî û kesane.
Şîdeta pir-qatî ya li dijî mamosteyên jin
Di avahiya perwerdehiyê ya Komara Îslamî de, mamosteyên jin hilgirên siyasî û îdeolojîk in. Di heman demê de, ew mijarên ku divê bi berdewamî werin şopandin, dîsîplînkirin û kontrol kirin in. Şîdeta li dijî jinan di vê avahiyê de bi şiklê tundiya psîkolojîk a sazûmanî û îdeolojîk digre ku di astên cûda de, ji perwerdehiyê bigire heya kar, tê hilberandin.
Ji kêliya yekem ku jin dikevin qada perwerdehiya mamosteyan ve, ew bi komek pêdivî û nepêdiviyên olî, zayendî û siyasî re rû bi rû dimînin. Armanca wan ne perwerdehiya pîşeyî ye, bindestkirin û sazûmankirina dîsîplîna îdeolojîk e. Cil, tevger, axaftin, makyaj, şêwaza jiyana wan û heta awayê ku ew di polê de dikenin û têkilî datînin, mijara nirxandina fermî û nefermî ne. Li şûna navendên mezinbûna rexnegir û perwerdehiya serbixwe, navendên perwerdehiya mamosteyan bûne cihên dubarekirina normên Komara Îslamî, nemaze kontrola zayendî.
Tecrîd, şermezarkirina sazûmanî û jiholêrakirina gav bi gav
Dema ku dikevin hawîrdora dibistanê, ev tundiya avahîsaziyê formeke tevlihevtir digire. Mamosteyên jin di nav sîstemeke hiyerarşiyên îdarî, olî û zayendî de têne bicihkirin ku tê de rêvebirên dibistanan, çavdêrên perwerdehiyê û heta hin hevkarên wan wekî ajanên avahiya îdeolojîk tevdigerin. Gelek ji van çavdêran ne li ser bingeha lîyakata perwerdehiyê, li ser bingeha dilsoziya siyasî û olî têne hilbijartin. Rola wan peydakirina piştgiriya perwerdehiyê nîne, parastina sînorên îdeolojîk ên pergalê ye. Çavdêriya bedena mamosteya jin (cureyê cil, makyaj, tevger) formeke "polîsê perwerdehiyê" pêk tîne, ku tê de dibistan saziyeke ewlehiyê ya nerm e ji bo kontrolkirina jinan. Raporên navxweyî, dosyayên îdarî, gefên veguhistin an şermezarkirinê û zexta beşdarbûna merasîmên dewletê (ji meşan bigre heya merasîmên olî) beşek ji pêvajoya tepeserkirina psîkolojîk in. Di vê navberê de, nîşana herî piçûk a serxwebûna rewşenbîrî an rexnekirina îdeolojiya fermî dikare wekî "derbasbûna siyasî" an "gendeliya ehlaqî" were şîrovekirin.
Her wiha, bêewlehiya kar, nebûna rêxistinên serbixwe û avahiyên bi tevahî dewlet-olî, ji bo mamosteyên jin hîn dijwartir kiriye ku bi hev re li ber xwe bidin. Ew pir caran rastî tecrîd, şermezarkirina sazûmanî û jiholêrakirina gav bi gav tên. Ev rewş di dawiyê de dibe sedema hilweşîn û bêdengiya psîkolojîk; tam ew tiştê ku pergal dixwaze, ango "mamosteyek jin ku li ser rûyê erdê mamoste ye, lê di rastiyê de amûrek ji bo hilberandina bêdengî û bindestiyê ye."
Rewşeke bi kûrahî siyasî
Ev rewş şîdetek sîstematîk, veşartî û sazûmanî ye; Şîdeta ku di bin navê "perwerdehiyê" de zilmê saz dike û bi rêya avahiyên fermî laş, hiş û dengê mamosteyên jin kontrol dike û bêbandor dike, bi kûrahî siyasî ye. Bi rastî, di pergala perwerdehiyê ya Îranê de, mamosteyên jin mijarên piralî yên zext, cudakarî û îstismarkirinê ne. Ezmûna wan a li cîhê kar ne tenê di çarçoveya perwerdehiyê de, di heman demê de di çarçoveya avahiyek baviksalar, îdeolojîk, çînî-esasî û navendî de jî tê şekilkirin ku karê wan nayê dîtin, mûçeyên wan kêm dike û nasnameya wan jî tê înkarkirin.
Aboriya newekhev, îstismara ducarî
Meaşê bingehîn ê mamosteyek jin li Îranê, bi taybetî di salên destpêkê de, bi awayekî ecêb kêm e. Mînak; mamosteyek li Rojhilat ku 7 heta 10 sal ezmûna wê heye, nêzîkî meaşê herî kêm qezenc dike. Tenê kirêya xanî li van bajaran carinan ji tevahiya meaşê wê yê mehane derbas dibe. Ev di demekê de ye ku lêçûnên çûnûhatinê, lêçûnên jiyanê û heta kirîna amûrên hînkirinê an cilên dibistanê li ser milê wê ne. Ji aliyekî din ve mamosteyên jin, bi taybetî li deverên gundewarî û sînorî, bi diyardeyek bi navê "polên pir-polî" re rû bi rû dimînin. Ev tê wateya di heman demê de hînkirina xwendekarên astên cûda. Ev yek bi tevahî pîvanên perwerdehiyê hildiweşîne û zextek giran a derûnî û bedenî li ser mamoste dike. Li herêm û parêzgehên wekî Sîstan û Belûçistan an Rojhilat, mamosteyên jin carinan bi saetan li ser rêyên axê, bêyî rêyên ewle, tenê ji bo ku bighîjin dibistanê rêwîtiyê dikin. Gelek ji wan ji ber tirsa tacîza rê an nebûna paqijiyê li dibistanên bêpar, nexweşiyên laşî û derûnî yên kronîk dikişînin.
Mamosteyên jin neçar dikin
Bi heman awayî, rêvebirên dibistanan ku pir caran ji ber dilsoziya xwe ya bi pergala siyasî re têne tayînkirin ne ji ber şiyana rêveberiyê, cîhê kar vediguherînin hawîrdorek ewlehiyê. Mamosteyên jin neçar in ku guh bidin bernameyên ku bi ruhê perwerdehiyê re nakok in, ji beşdarbûna mecbûrî di rêûresmên dewletê de bigre heya zorê ji bo pêşvebirina nirxên fermî. Ger ew red bikin, ew bi veguhestinê, çêkirina dosyayên rêveberiyê, an jî redkirina terfîkîrinê têne tehdîtkirin.
Li gelek dibistanan, bêtir berpirsyarî didin mamosteyên jin (ji paqijkirina polê bigre heya xemilandina dibistanê an lidarxistina merasîmên olî) bêyî ku ev yek di mûçe an feydeyan de were xuyangkirin. Di heman demê de, pêşvebirina asta rêveberiyê ji bo jinan bi astengiyên cidî re rû bi rû dimîne. Divê ew "hem baş cilkirî û hem jî guhdar bin", "hem dayîk û hem jî leşkerên îdeolojîk bin".
Bajarên mezin, zextek modern û kûr a çînî
Li Tehran, Tebrîz an Îsfahanê, mamosteyên jin bi diyardeya newekheviya bajarî re têdikoşin. Ji aliyekî ve, kirê û lêçûnên jiyanê pir dijwar in, ji aliyê din ve mamoste neçar in ku herin derveyî bajaran. Ev tê vê wateyê ku du-sê demjimêran rojane çûnûhatinê, westandina psîkolojîk û kêmbûna kalîteya jiyanê. Bo nimûne, mamosteyek ku li Qerçaxê li derdora paytextê dijî lê li bakurê Tehranê ders dide, rojê çend demjimêran di trafîkê de, di metroyê de an jî di otobusên kevnar de derbas dike û bi mûçeya herî kêm karekî dijwar dike.
Ew leşkerên bêdeng ên perwerdehiyê ne
Di encamê de, dikare bê gotin ku mamosteyên jin li Komara Îslamî di navbera çend şêweyên tundiyê de ne, ango tundiya aborî (mûçeyên kêm), tundûtûjiya zayendî (cudakarî û kontrolkirina laş û tevgerê), tundiya îdeolojîk (ferzkirina nirxên fermî), tundiya fezayî (neewlehiya di veguhestin û rûniştinê de) û tundiya psîkolojîk (ne aramî, çavdêriya domdar, şermezariya îdarî). Bi heman awayî, pergala perwerdehiyê, li şûna ku piştgiriyê bide mamosteyên jin, wekî hêzek ji bo hilberîna zanîn û hişmendiyê, wan veguherandiye amûrek ji bo hilberandina bindestî û bêdengiyê. Ew leşkerên bêdeng ên perwerdehiyê ne; westiyayî, tenê û pir caran li ser sînorên avahiya siyasî-aborî ya mêr bêdeng in.