Li Îranê li dijî çalakvanan zextên edlî û girtinê didomin

Li Îranê ku zextên dadwerî yên li ser beşên cuda yên civakê berdewam dikin, der barê çalakvan Saeede Moradî ya hemwelatiya Abharê ye, biryara girtinê hat dayîn. Li Sineyê jî li Glavîzh Ehmedî ku weke çalakvan û wênekêş tê naskirin, doz hat vekirin.

Navenda Nûçeyan – Li Îranê zexta darazê ya li dijî çalakvanan didome. Çalakvan Saeede Moradî ya hemwelatiya Abharê ye, ji ber cezayê girtîgehê yê lê hatiye birîn, hat girtin û wê şandin girtîgehê. Saeede Moradî ku bi hinceta tevlibûna çalakiyên li Abharê hatibû girtin, sirgûnî Girtîgeha Safar Abad a Zencanê hat kirin.

Piştî bi kefalet hat berdan 50 paşê careke din wê girtin

Saeede Moradî ku di xwepêşandanên li dijî hikûmeta Îranê de hatibû binçavkirin, di berdêla milyar û nîv tumenê Îranê de hatibû berdan. Saeede Moradî ku cezayê wê hat qebûlkirin, piştî bi kefalet hat berdan 50 roj şûnde careke din hat girtin û wê birin girtîgehê.

Îdiayên der barê wê de eşkere bûn

Der barê Glavizh Ehmedî ku li Sineyê wek çalakvan û wênekêş tê naskirin de, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Sineyê de bi îdiayên “xebata li dijî ewlehiya neteweyî”, “belavkirina nûçeyên derew” û “bi dezgehên ragihandinê yên dijmin re danîna pêwendiyan” doz hat vekirin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku hat meşandin de, avêtibûn ser atolyeya xwedî û rêvebera atolyeya wênekêşxaneyê Glavîzh Ehmedî û kesên di atolyeyê de xebat dimeşînin rastî gefan hatibûn.