Li Îranê ji destpêka serê salê ve 55 kes hatin darvekirin

Komeleya Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku di 26 rojên dawî de 55 kes ji aliyê desthilata Îranê ve hatine darvekirin û li 107 kesan jî cezayê darvekirinê hatine birîn.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê derbarê kesên di xwepêşandanên li Îranê de hatine kuştin û darvekirinan de daxuyaniyek nû weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di nav kesên ku hatine qetilkirin de 64 zarok in û li 107 kesan jî cezayê darvekirinê hatiye dayîn.

Rêxistina Mafê Mirovan ragihand ku ji destpêka xwepêşandanan heya niha, karîne nasnameya 488 kesên ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin, piştrast bikin. Hate gotin ku ji wê hejmarê 64 zarok in. Li gorî rêxistinê nasnameya 107 kesên ji ber tevlî xwepêşandanê bûne û cezayê darvekirinê bi ser wan de hatiye birîn jî, hatiye eşkerekirin.

Ji destpêka serê salê ve 55 kes hatin darvekirin

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di 26 rojên destpêkê yên di sala 2023’yan de 55 kes ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine darvekirin û hat diyarkirin ku ji ber nerazîbûneke cidî li dijî darvekirinan li raya giştî ya navnetewî û di çapemeniyê de nîne hejmara kesên hatine darvekirin zêde bûne. 

Banga derketina kolanan hat kirin

Çalakgerên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku li dijî darvekirinên derdikevin li ser medya dîjîtal daxuyaniyek belav kirin û bang li gel kirin ku di navbera 30-31’ê çile û 1’ê sibatê de dakevin qadan û çalakiyan mezintir bikin.