Li Îranê ji bo îfadeyê gazî hunermendan kirin

Li tevahî Îranê serhildanên ku ji 16’ê Îlonê ve dest pê kiribûn bi greva giştî ya sê rojan berdewam dikin. Hunermend û aktorên ku piştgirî dan serhildanan ji bo îfadeyê gazî wan kirin.

Navenda Nûçeyan – Serhildanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku bi qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin di hefteya xwe ye 12’emîn de didome. Ji hunermend, aktor û werzîşvanan heyanî hemû kesên di nav civakê de piştgiriya serhildanê dikin. Hêzên rejîmê herî dawî gazî hunermend û aktoran kir ku ji bo serhildanan daxuyaniya piştgiriyê dabûn. Li kêleka wê zext û gefên li hemberî xwepêşandanan berdewam dikin, li gorî agahiyan gelek kes hatine girtin.

Hunermend tên girtin

Du aktirîstên girîng ên sînemaya Îranê Shaqaeq Dehghan û Elnaz Chakradoost piştî ku ji bo piştgiriyê daxuyanî dan ji bo ifadeyê gazî wan kirin ku biçin serdozegeriya komarê ya Evînê. Yek ji endamên komîsyona şopandinê, li ser şert û mercên hunermendên girtî diyar kir ku li Îranê di serhildanan de ji 40’an zêdetir derhênerên dîmenan hatine girtin.

Rojhilat di grevê de ye

Ji bo piştgiriya serhildanê esnaf û gel li gelek bajarê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di greva giştî de ne. Esnafan dikanên xwe venekirin ji bajarên Kerman, Sistan ve Belucistan, Bandar Abbas, Arak, Kazerun, Gilan, Şîrazê bigre heta bajarên din ên Îranê esnafan kepengên xwe venekirin û li hemberî zext û komkujiyên ku bi salan e berdewam dikin nerazîbûna xwe nîşan dan.