Li Îranê çalakiyên xwendevanên zanîngehê berdewam dikin

Konseya Civakî û Aborî ya NY’ê, li ser bi tundî tepisandina serhildanên gel ya Îranê, plan dike ku pêşnûmayek biryarê ya DYA’yê ku daxwaz dike Îran ji meclîsa jinan ya NY’ê bê derxistin 14’ê Kanûnê bixe dengdanê.

Navenda Nûçeyan - Çalakiyên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ya li Tahrana paytexta Îranê ji aliyê polîsên rejîma Îranê ve li bajarên Îran û Rojhilatê destpêkir, berdewam dikin. Di encama van çalakiyan de zêdeyî 60 zarok û bi sedan kes hatin qetilkirin, bi hezaran kes jî hatin girtin. Binpêkirina mafan ên li Îranê tên jiyîn, di qada navneteweyî de bû sedema bertekan. Konseya Aborî û Civakî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) plan dike ku pêşnûmeya biryarê DYA'yê ya ku dixwaze Îran ji Birima Jinan ya NY’ê bê derxistin, di 14'ê Kanûnê de bixe ber dengdanê.

Xwendevanên zanîngehê çalakiyên xwe yên rûniştinê berdewam dikin

Li Îranê xwendevan û mamosteyên zanîngehê çalakiyên xwe berdewam dikin. Xwendevanên Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Beheştiyê bi dirûşma "Xwendekar li pişt profesor e” li hev civiyan û çalakiya rûniştinê pêk anîn. Li gorî agahiya ji Konseyên Yekitiya Xwendekaran hat girtin, xwendevanên Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Beheştiyê di daxuyaniya xwe ya 28’ê Mijdarê de ragihandine ku, di berdewam kirina vê rewşê de, amedene ku ders û ezmûnên dawiya heyamê boykot bikin.

Dozên nêzî 10 zarokên di bin 18 saliyê de berdewam dike

Bi çalakiya rûniştinê ya li Fakulteya Wêjeyê re, xwendevanên Fakulteya Matematîkê ya Zanîngeha Beheştiyê jî girtin, durxistin û qedexeyên hatinûçûnê yên ji bo tepeserkirina çalakiyan tên pêkanîn şermezar kirin. Li gorî raporên fermî, doza 10 zarokên di bin 18 saliyê de ku ji ber tevlî çalakiyan bûne bi sûcên "şer" û "xizaniya li ser rûyê erd e” bi xeteriya darvekirinê re rû bi rû mane, li Dadgeha Şoreşê ya Karajê berdewam dike. Di nava agahiyan de cih digre ku parêzerên ji zarokan re hatibe tayînkirin, ji aliyê dadgehê ve nayên qebûlkirin.

Tê plan dikir ku Îran ji Şaxa Jinan a NY’ê bê derxistin

Washington ji ber ji ber redkirina mafên jinan û tepeserkirina hovane ya xwepêşandan dixwaze Tahranê seza bike, Konseya Aborî û Civakî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) plan dike ku pêşnûmeya biryarê DYA'yê ya ku dixwaze Îran ji Birima Jinan ya NY’ê bê derxistin, di 14'ê Kanûnê de bixe ber dengdanê.

Fransa şermezar kir

Parlamentoya Fransayê jî biryareke ku sînordarkirina azadî û mafên jinan şermezar dike bi yek dengî pejirand. Parlamenterên Fransî jî di serhildanên gel de tepeserkirina xwenpêşanderên dij rejîmê şermezar kirin û bang ji hikûmetên Ewropî ku li ser Tahranê "zêdetir zextê" bikin. Nûnerên Meclisa Netewî ya Fransayê jî zextên rejîma Îranê “binpêkirinek azadiya civîn û derbirînê ya bi eşkere û nayê qebûlkirin” bi nav kirin.