Li Îranê 210 zanyaran ji bo xwendekarên girtî daxuyanî dan

210 mamosteyên Zanîngeha Zanistên Tibî ya Tebrîzê daxwaza azadkirina bê şert û merc a xwendekarên girtî û betalkirina biryarên lijneya dîsîplînê kirin.

Navenda Nûçeyan – Piştî Jîna Emînî ku li Tehrana paytexta Îranê ji ber ku porê wê xuya kiribû, ji aliyê polîsên rejîma Îranê ve hatibû îşkencekirin û piştî îşkenceyê jiyana xwe ji dest da, li bajarên Îran û Rojhilat xwepêşandan hatin lidarxistin. Di encama van çalakiyan de bi sedan kes hatin qetilkirin û bi hezaran kes jî hatin girtin. 210 mamosteyên zanîngeha zanistên pizîşkî ya Tebrîzê daxwaza ewlekariya derûnî û bedenî ya xwendekaran û rakirina cezayên disîplînî yên zêde kirin.

Divê xwendekar bê şert û merc bên berdan

Mamosteyên Zanîngeha Tibî ya Tebrîzê kuştina xwendekara Fakulteya Tibê Aylar Heqî şermezar kirin û bal kişandin ser rojên dijwar ên ku civak tevî derdora zanîngehê tê re derbas dibe û daxwaza serbestberdana bê şert û mercên xwendekarên girtî û betalkirina biryaran kirin.

'Divê xwendekar di ewlehiyê de bin'

Mamosteyan wiha got: “Niha erka me ew e ku em ewlekariya xwendekarên ku tenê zarokên vî welatî ne, bi taybetî rêveberên zanîngehan e biparêzin. Ewlehiya xwendekaran ewlehiya psîkolojîk û her wiha ewlehiya bedenî jî dihewîne. Xwepêşandanên ku nehatine bihîstin, daxwazên ji bo paşerojeke ne diyar hatine taloqkirin, xwendekaran diwestîne û ya herî girîng jî wan bêhêvî dike. Bêhêvîbûn, belaya xerab a nifşê ciwan û ramanwer, ne bi rûbirûbûn û kûrkirina astengan lê bi çareseriyên aqilane, nûjen û erênî divê ji holê bê rakirin.

'Em bi fikar in'

Mamosteyan di berdewamiya daxuyaniyê de nîgeraniya xwe ji rewşa xwendekaran anîn ziman û gotin; “Nebûna hêzên ewlehiyê yên ku derbasî Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Tebrîzê bûne ku beşek ji zagonê ye divê wek nîşanek baş were dîtin, cezayên dîsîplînê bên zêdekirin. Teşwîqkirina xwendekaran ji bo aramiyê û astengkirina îfadeyê jî hat ragihandin. Di şert û mercên ku daxwazên wan tên komkirin de îfadekirina nêrînên xwe encamên neyînî derdixe holê. Yek ji wan xemgînî û bêçaretiya ku di zanîngehê de heye. Li ser vê nebûna motîvasyon û bêhêvîtiyê, em ji aloziya derûnî û bêparkirina xwendekarên xwe ji asta herî kêm a aştiyê ji bo pêkanîna erkên xwe yên akademîk, bijîjkî û mirovahî yên asayî bi fikar in.”

'Pêdivî bi têkiliya di navbera mamoste û xwendekar de heye'

Mamosteyan bal kişandin ku karê akademîk pêwîstî bi cihekî ewle û pêwendiya di navbera mamoste û xwendekaran de heye û gotin: “Em hemû dizanin û ger ev cih kêm û zêde berê hebûya, zû ji holê radibe, ev jî tê wateya windakirina kartêkirinê. Ev xemeke cidî ye ji bo zanîngeh ji bo bidestxistina armancên xwe yên herî girîng, derketina ji vê rewşê dê pir dijwar û dem bigire ger were rastkirin."

Her wiha di daxuyaniyê de ji bo çareseriya lezgîn a pirsgirêkên xwendekaran hin pêşniyar hatin pêşkêşkirin. Bi vê pêşniyarê:

"1-Hemû hêza xwe bi kar bînin û heta ku dibe bila bibe ji bo ewlekariya xwendekaran bi comerdî tevbigerin. Rêgezên dîsîplîna xwendekaran ên ku her diçe tundtir dibin bi nermî derbas bikin û ji bo gihîştina armancek mezintir.

2- Di firsenda yekem de hemû îmkanên xwe yên şexsî û zagonî ji bo berdana xwendekaran ji vê zanîngehê bi kar bînin û vê yekê ji tercîhekê zêdetir wek mecbûrîyekê bibînin.

3-Serxwebûna saziya zanîngehê girîng û bingehîn bibînin û bi hemû derfetên xwe û rêveberên payebilind ên zanîngehê ve girêdayî vê prensîba bingehîn bin.”